'Xwedî li kevneşopiya 'Me serî netewand, bi me serbilind bin' derketim'

Cifaneyî: Ez ê xwedî li têkoşîna Mehmet Tûnçan, Sêvêyan, Pakîzeyan derkevim, kevneşopiya wan a berxwedanê ya pîroz li çiyayên Kurdistanê li nava refên gerîla bidomînim.

Yek ji gerîlayên HPG-YJA Starê Çiyajîn Cifaneyî qala kevneşopiya berxwedanê ya navbera salên 2015-2016'an a li Bakurê Kurdistanê bi taybetî ya li Cizîrê kir.

Cifaneyî diyar kir ku bi hilgirtina çekê wê xwestiye bibe şervana azadiyê ya gelê xwe û got, "Min li Bakurê Kurdistanê pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê dît. Ez ê xwedî li kevneşopiya 'Me serî netewand, bi me serbilind bin' derkevim û têkoşîna gerîla li çiyayên Kurdistanê mezin bikim. Artêşa dewletekê bajarên me, malên me, kilamên me, dengbêjin me qetil kir. Li nava kolanan zarok hatin qetilkirin. Bi tank, panzeran bajarên me hilweşandin. Êrişî hebûn, nasname û mîrateya me ya çandî têk birin. Xwestin ku hebûna me ji destê me bigirin. Bi navê Kurd û Kurdistanê çi hebe xwestin ji me bistînin. Hikumeta AKP'ê hewl da nirxên civakî yên Kurdan tine bike. Gelê Cizîrê jî xwedî li kevneşopiya berxwedanê ya bi hezaran salan derket û bajar, mal û stargeha xwe ji wan re nehiştin. Artêşa Tirk hovîtî kir û xwest gelê Cizîrê teslîm bigire. Berxwedana Mehmet Tûnçan, Sêvêyan, Pakîzeyan bandor li me kir. Bi vê bandorê me xwest bibin şervan û gerîlayên Kurdistanê."

Cifaneyî got, "Li cografyayeke mîna Kurdistanê bêyî şer, bêyî têkoşînê mirov nikarin tiştekî bi dest bixin. Bi taybetî rewşa Kurdan gelekî cuda ye. Divê gelê Kurd çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Artêşa Tirk her roj kurdan qetil dike. Mirov li Kurdistanê ranehêjin çekê nikarin nirxên xwe yên dîrokî û civakî biparêzin. Me ev yek li Şirnexê, li Cizîrê dîtin. Artêşa dewletekê xwest her tiştî ji destê me bigire. Di her kêliyê de mirin ferz dikir. Eger hûn li dijî vê yekê li ber xwe nedin hingî hûn zîhniyeta kujer û talanker qebûl dikin. Di nava vî şerî de hewl dan her tiştî, mirovên em jê hez dikin, cîranên me, dayika me, bavê me, birayên be, xwişkên me qetil bikin. Temaşekirina li vê yekê bêçaretî ye. Li Kurdistanê eger li dijî dewletê çeka we nebe, hêza we ya fikrî nebe hûn nikarin şer bikin. Li Şirnexê, Cizîrê, Nisêbînê, Sûrê rewşeke wiha hebû. Dewleta Tirk xwest Kurdan qir bike. Kurdan jî li dijî vê yekê li ber xwe dan. Min ev sekn û berxwedan dît. Bi bandora Mehmet Tûnçan, Sêvêyan, Pakîzeyan tevlî nava refên gerîla bûm û ez ê xwedî li mîrateya wan a berxwedanê derkevim."

Cifaneyî destnîşan kir ku li çiyê, deşt û newalan, li her qada xwezayî ew hene, bi çek, pênûs, fikir û baweriya xwe ji xwe li her qada têkoşîna azadiyê hene.