'Xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê tê astengkirin'

Platforma Tenduristiyê ya Amedê got, "Mîna li her qadê li qada tenduristiyê jî li Tirkiyeyê mafê xizmet bi zimanê dayikê tê binpêkirin. Ji bo dermankirineke baş divê nexweş karibe bi zimanê xwe yê dayikê biaxive."

Platforma Tenduristiyê ya Amedê, di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi serenavê “Xizmeta Tenduristiyê ya bi Zimanê Zikmakî Mafekî Rewa ye!” li ber Serbijîşktiya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Ji bilî Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdar bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Tenduristiya bi zimanê zikmakî hilma jiyanê ye” hate vekirin.

Metna daxuyaniyê ya bi tenê kurdî hate dayîn Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran xwend.

Tûran da zanîn ku bi armanca xurtkirina feraseta pirzimanî, pirçandî û li hev hatina navneteweyî UNESCO’yê ji sala 1999’an vir ve 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pejirandiye û wiha got: “Ziman bi tenê ne amûra derbirînê ye di heman demê de naverok û wateya peyvê jî diyar dike. Gel bi alîkariya ziman nasnameya xwe ya çandî li ser piyan digirin û pêş ve dibin. Her wiha mirov jî bi alîkariya ziman nasnameya xwe ya takekesî rave dikin û hest û ramanên xwe tînin zimên.

Tûran, bi lêv kir ku ziman rasterast bandorê li ser çawanî û xwegihandina xizmetên tenduristiyê dike û wiha berdewam kir: “Hevfêmkirina di pêwendiya navbera nexweş û kedkarên tenduristiyê de bandoreke mezin li ser çawanî û encamên xizmeta tenduristiyê dike. Daxwaza xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî parek ji mafê tenduristiyê, mafê tedawiyê, mafê nexweş û mafê jiyanê ye. Ji bona xizmeteke wekhev û hêja divê di warê tenduristiyê de zimanê zikmakî bê bikaranîn. Mixabin li Tirkiyê wekî hemû qadan di qada tenduristiyê de jî mafê bikaranîna zimanê zikmakî tê binpêkirin.

Zimanê tirkî li ser hemû kesan hatiye ferzkirin û rê li ber bikaranîna zimanên dîtir girtiye. Gava em peywira xwe tînin cih tu caran ji hêla nijad, ziman, zayend, bawerî û çînê ve cudatiyê naxin navbera nexweşên xwe û em baş dizanin ku ji bona anamnezeke xurt hewce ye ragihandineke baş bi nexweş re bê danîn. Ji bo ev ragihandin xurt be divê hem nexweş û hem jî tenduristvan heman zimanî biaxivin. Nexweş divê bi zimanê ku herî baş xwe pê tîne ziman (ev ziman pirî caran zimanê zikmakî ye) bipeyîve. Lê şûna vê gelek caran kesê sêyemîn wek tercûman qaşo têkiliya di navberê de pêk tîne û ev jî mahremiyeta di navbera nexweş û tenduristvan de ji holê radike. Mixabin ji ber kesê sêyemîn nexweş nikare xwe bi rihetî û bi awayekî rast bîne zimên û derd û kulên xwe vebêje û ev jî dibe sedema pirsgirêkên mezin. Jixwe bona gelek xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî hilde tu hincet navê. (Herçiqas karibe xwe bi zimanekî din îfade bike jî). Gava pirzimanî û pirçandîbûna Tirkiyê li ber çavan were girtin ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê perwerdehiya bi zimanê zikmakî û bikaranîna wê were teşwîqkirin û destek bê dayîn.”

Tûran, anî ziman ku di warê tenduristiyê de jî ji perwerda tibê hetanî xizmetdayîna tenduristiyê divê di her astê de rê li ber bikaranîna zimanê zikmakî were vekirin û got: “Wekî sazî û rêxistinên tenduristiyê em xizmeteke wekhev, hêja, bêpere û bi zimanê zikmakî diparêzin. Bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê em dixwazin astengiyên li ber bikaranîna zimanê zikmakî werin rakirin û her kes karibe bi zimanê xwe xizmeta tenduristiyê bigire.”