Xizmên Windayan vê heftê li aqûbeta Togcû pirsîn

Di çalakiya xizmên winada ya ‘Winda bila bên dîtin, berpirs bên darezandin’ a vê hefteyê de pirsa aqûbeta Ender Togcû yê li Amadê ji sala 1994’an û vir ve ti agahiyek jê nayê girtin, pirsîn.

Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û berpirsên wan bên darizandin” her hefte lidar dixin, di hefteya 613’emîn de li ser hesabên medya dijîtal yên ÎHD’ê dîmenek parve kir. Di çalakiyê de rêvebera ÎHD’ê Gurbet Yavûz, aqûbeta Ender Togcû ku ji 29’ê mijdara 1994’an ve li Amedê agahî ji nayê girtin pirsî.

Yavûz, diyar kir ku Togçû dema ku di 29’ê mijdara 1994’an de ji bo pirsa jinbira xwe biçe nexweşxaneyê ji ba kekê xwe Alî Togçû veqetiya ve agahî jê nayê girtin û got: “Ew roj dayika Togçû li nexweşxaneyê li ber bûka xwe bûye. Li gorî daxuyaniya dayika Togçû, ew roj togçû neçûye nexweşxaneyê. Di heman şevê 7-8 polisa bi ser mala bavê Togûç de digirin û bi lêdana pirsa Togûç ji bavê wî Huseyîn Togûç dikin. Bavê Togûç, ji tirsa ji polîsan re dibêje ku kurê wî beriya 3 rojan çûye Kayseriyê. Li ser vê polîs ji bavê Togûç re dibêjin ku Togûç di destê wan de û wê heta 3 rojan cenazeyê wî jê re bişînin.”

Di berdewamê de Yavûz, bi lêv kir ku polîsên sivîl piştî bavê Togûç diçin mala kekê wî Alî Togûç jî û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Ji kekê wî jî pirsa Togûç dikin. Birayê wî ji wan dibeje ku Togûç saet di 15.00’an de ji cem veqetiyaye û careke din wî nedîtiye. Li ser vê polîs Alî Togûç digirin û disa diçin mala bavê wî. Rojek piştî vê rojê polîs kekê Togûç ji qewê digirin û 3 rojan destgîrkirî dihêhiln. Li gorî agahiyên ku bavê Togûç daye; kurê wî dema destgîrkirî bûye dengê zarîna ji ber êşkenceyê ya birayê xwe dibihîze. Bavê Togûç her roj serî li dozgeriyê dide û pirsa kurê xwe dike lê dozgerî qebûl nake ku kurê destgîrkirî ye. Li gel hemû hewldanên malbatê jî encamek nayê girtin û 26 sal in agahî ji Ender Togûç nayê girtin.”