Xizmên Windayan şer protesto kirin

Xizmên Windayan, lêgerînên xwe yên edaletê ya li Amed û Êlihê didomîne. Di çalakiyê de polîtîkayên şer hatin protestokirin.

Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Amed û Êlihê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyên xwe îro jî li avahiyên ÎHD'ê berdewam kirin.

 AMED

 Xizmên windayan û endamên ÎHD'ê yên Amedê bi boneya "Winda bên dîtin û faîl bên darizandin" di hefteya 549’an de li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Ji ber ku Walîtiyê Parka Koşuyolû qedexe kiriye, malbat çalakiyên xwe li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê berdewam dikin. Xizmên windayan dîsa pankartên ku wêneyên zarokên wan li ser heye û "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" nivîsandibûn vekirin û wêneyên windayan hembêz kirin. Parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan amade bûn. Di çalakiyêde Endamê Komîsyona Windayan ê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Adnan Orhan axivî û wiha got: "Çalakiya me ya li Parka Koşuyolû ji aliyê Walitiya Amedê ve 50 hefte ye hatiye qedexekirin. Lê em dîsa têkoşîna heqiqetê berdewam dikin û emê berdewam bikin. Di salên 90’î de mirov hatin windakirin. Lê hikûmetên piştî wê soz dan ku windayan bibînin. Li şuna windayan bibînin polîtîkayên berê bi bêcezakirinê berdewam dikin. Heq, hiqûq û Edalet ji bo her kesî lazim e. Dayik dibêjin bila kes neyên kuştin. Divê hûn guh bidin dengê dayikan. Ne şer bila aştî li ser vê axê pêş bikeve. Em carek din dibêjin emê bibin dengê dayikan."

Orhan, piştre çûroka Keya Mehmet Gunkan ê di sala 1994'an de li Gundê Horselê yê Navçeya Hênê ya Amedê hat destgîrkirin û windakirin xwend. Orhan, anî ziman ku li gorî gotina kurê Mehmet Gunkan Heybet Gunkan; Piştî li Lice operasyon derketiye, eskeran hemû zilam li tenişta Çemê Dîcle kom kirine. Cilê wan derxistine û li ser xîzê dirêj kirye. Li ser xîza germ êşkence li gundiyan kiriye. Gunkan wê deme 6-7 rojan di bin çavan de ma û piştre hat berdan. Gunkan, piştî hat berdan, eskerên Karakolê bang li wî kirin û piştî çû Karakolê carek din derneket. Tevî hemû hewldanên malbatê hêj nehatiye dîtin."

ÊLIH

Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Şaxa ÎHD'ê di hefteya 455'an de kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Xizmên windayan li vir jî pankarta ku wêneyên windayan li ser heye vekirin û xwestin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Di çalakiyê de Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Zeki Tanguner, diyar kir ku heta aqûbeta windayan diyar bibe û hesap bê pirsîn wê têkoşîna xwe berdewam bikin. Tanguher, anî ziman ku 455 hefte ne bi israr aqûbata windayan dipirsîn û heta bigêjin heqîqetê wê têkoşîna xwe berdewam bikin. Tanguner, xwest her kes ji bo edalet û heqîqetê tevlî têkoşînê bibin û têkoşînê xurt bikin.

Tanguher, piştre çîroka Mehmet Emîn Çelîk ê di 28'ê Tebaxa 1994'an de li Kozluk a Êlihê hat kuştin pirsî.

 Tanguner, diyar kir ku M. Emin Çelîk û Mehdi Çelîk li mala lê mêvan bûn dema derketin derve, 15 metre dûrî malê li ser Mehmet Emin Çelîk gule hatin reşandin û Mehdi Çelik jî ji ber tarî bû reviya ye.

 Çalakiyên li Amed û Êlihê bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bûn.