Xizmên Windayan li aqûbeta Yakar pirsîn

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, li aqûbeta Orhan Yakar ê ji aliyê hêzên dewletê ve hate ‘windakirin’ pirsîn.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin ku her hefte roja şemiyê çalakiyê li dar dixin, di hefteya 585'an de berdewam kirin. Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi rêya medya civakî li avahiya komeleyê bi dirûşmeya "#BilaWindaBêneDîtinFaîlBêneDarizandin"lêgerîna edaletê berdewam kirin.

Li ser navê xizmên windayan û ÎHD'ê, Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Prz. Derya Yildirim çîroka Orhan Yakar ê di sala 1996'an de li Çewlikê birin operasyonê û di operasyonê de gotin 'Pê li mayînê kiriye û jiyana xwe ji dest daye' xwend. Yildirim, aqûbeta cenazeyê Orhan Yakar ê 15 salî ku hêj nedaye malbatê pirsîn.

Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Prz. Derya Yildirim, diyar kir ku Orhan Yakar ji Bazîda Agirî ye û di sala 1981'an de ji dayik bûbû. Yakar ji bo debara malbatê hêj 15 salî ye diçe Stenbolê. Li wir kar dibîne û dest bi kar dike. Dem bi dem bi telefonê li malbatê digere. Pişti 2 mehan agahî ji Yakar nayê girtin. Li ser vê yekê bav Mehmet Yakar diçe Stenbolê û serî li Dozgerî, Midûriyeta Polisan û Şaxa ÎHD'ê dide û vedigere Gundê xweye Bazîdê. Demek şûnde Fermandariya Jendirmeyan a Bazîdê li bavê Orhan Yakar digere û diyar dike ku kurê wî li Alaya Cendirmeyan a Çewlîkê ye û dixwaze bav biçe cenazeyê kurê xwe bigire. Dema bav diçe Alaya Fermandariya Jendirmeyan a Çewlîgê rayedar diyar dikin ku kurê wî derketibû çiyê û di 16'ê mijdarê de teslîmî wan dibe. Di operasyona 17'ê mijdara 1996'an de dema Orhan Yakar cih nîşan dide pê li mayînê dike û cesedê wî perçe dibe. Ji ber herêm ne ewle ye nikarin biçin cesed bînin. Girtekê nîşanî bav didin. Lê di girtekê de îmzeya Orhan Yakar tune. Li ser vê yekê pav bêyî cesetê kurê xwe bigire dîsa vedigere Bazîdê. Malbat bi rêya parêzeran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) didin û dozê vedikin. DMME di 22'ê Mijdara 2002'an de Tirkiye mahkûmî tazmînatê dike. Wekî her hefte ji niha û şûnde jî em Xizmên windayan û ÎHD dê lêgerina edaletê berdewam bikin. Em ê gotina "Bila winda bên dîtin kujer bêne darizandin" bidomînin.