Xelkê Mexmûrê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin

Bi pêşengtiya TCM-TJCM’ê de li Mexmûrê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê Cîhanê bi çalakiyekê hate pîrozkirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî di pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan yên Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê hat pîrozkirin.

Bi dehan wesayît li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û bi konvoyekê dest bi pîrozbahiyê kirin. Di tura konvoyê de alên ku wêneyê Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan û posterên lehengên berxwedana Kobanê li pêşiya erebeyan ve hatin daleqandin. Piştî tura konvoyê ya di nava wargehê de li gel li Navenda Çand û Hunera Mexmûr kom bûn. Li vir ji aliyê endama Tevgera Jinên Ciwan ya Mexmûrê  Çîçek Orhan ve daxuyanî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de Berxwdana Kobanê hate pîrozkirin û şehîdên berxwedanê hatin silavkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di van rojan de ku her kes şahidî ji berxwedana Kobanê re dike, li ser sînor leşker û sewqiyata leşkerî zêde dibin û ev hate gotin: “Li ber çavê cîhanê amadekariyê êrîşên nû li ser Rojava tê kirin. Koban a ji bo hemû mirovan bûye sembola azadiyê dewleta Tirk dixwaze wê tine bike.”

Piştî daxuyaniyê bi sînevîzyona ku li ser berxwedana Kobanê hatibû amadekirin hat nîşand.

Pîrozbahî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Berxwedana Kobanê’ bi dawî bû.