Xelîl: Destketiyên me wê di sala 2017'an de bibin xeta neteweyî ya alternatîf

Rêveberê TEV-DEM'ê Xelîl: Rêya me îro berfireh bûye û me bingeheke mezin a civakî ava kirine. Em hêvîdar in ev civakîbûna mezin wê di sala nû de şer û zordariya li erdnîgariya Sûriyeyê bisekinîne.

Rêveberê TEV-DEM'ê Xelîl da xuyakirin, ku sala 2016'an weke saleke şoreşê derbas bûye û got, "Rêya me îro berfireh bûye û me bingeheke mezin a civakî ava kirine. Em hêvîdar in ev civakîbûna mezin wê di sala nû de şer û zordariya li erdnîgariya Sûriyeyê bisekinîne. Destketiyên 2016'an wê di sala 2017'an de veguherin xeta neteweyî ya alternatîf."

Rêveberê TEV-DEM'ê Aldar Xelîl, sala 2016'an nirxand

Xelîl got, "Sala 2016'an li Rojava, herêmê û gelemperiya cîhanê saleke şoreşê bû" û wiha dewam kir:

"Avakirina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk yek ji bûyerên herî polîtîk ên sala 2016'an bû. Wekî din destpêkeke serketî ya polîtîk bû. Destpêka sala nû bû. Çend sedemên vê yekê hene. Ya yekemîn; Sedema dewamkirina şerû krîza li Sûriyeyê, nebûna gewdeyeke siyasî û rêxistinî bû. Her wiha nebûna veguherîneke polîtîk bû. Eger ev hebûna, wê guhertineke demokratîk pêk bihata. Ev Meclîs wê bide dendika vê yekê û di nava hevgirtina Sûriyeyê wê civakeke exlaqî û polîtîk bafirîne.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikeve sala 4'an. Ev rêveberî bû mînakek ji çareseriya demokratîk re. Xwedî pêkhateyên neteweyî, olî û civakî ye. Ji herêmên ji çeteyan hatine rizgarkirin pêk tê. Gava herî bi wêrekî ya dîroka nû ya Sûriyeyê, îlana Meclîsa Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bû. Van pêkhateyan rê û rêbazên derketina ji vê krîzê tespît kirin û modelek pêşkêş kirin. Nêrînên gelekî ji hev cuda, nakokî û rewşa tespîtnekirina pirsgirêkan hebû. Vê yekê tengavî û şer giran dikir. Di pêvajoyeke bi vî rengî de ev çareserî hate destnîşankirin.

Li aliyê din, vekirina Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li 5 welatên Ewropayê, ji aliyê dîplomasiyê ve gaveke mezin bû. Ev yek ji aliyê afirandina dîplomasiya civakî ve jî gaveke mezin bû. Meşandina dîplomasiya Rêveberiya Xweser, gaveke dîrokî bû. Ji aliyê hevgirtin û nûnertiya gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, çerkez, Suryanî, bawermendên Misilman, Xiristiyan, Êzidî, Elewî û hwd. ên li Rojava ve, ev yek bû firsendeke mezin. Rê li ber wê vekir ku civak, oldar, siyasetmedar û rewşenbîrên bi dehan salan ji hev qut bûn, bibin yek. Ji ber ku rejîmê di dema xwe de nehişti ev pêkhateyên li heman welatî dijîn xwe bigihînin hev. Sazî û komîteyên di vî warî de xebitîn, gelekî hewl dan. Armanc ew bû ku rastiya şoreşê bê eşkerekirin û li ser pîvanên wê bimeşe. Tevî êrîşên leşkerî yên mezin û hewldanên reşkirina destketiyên şoreşê jî, hewldanên van komîte û saziyan bi ser ketin. Dîplomasiya civakî ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ji bo hembêzkirina hemû beşên civakê û vegotina projeya federalîzma demokratîk, bû firsendeke îqnakirinê.

Li ser vê bingehê hin peyman hatin morhkirin. Yek ji van peymanan jî peymana Teyyar Elgat bû. Bi pêşengiya Komara Ereb a Misirê pêk hat. Tevî bandora olperestî, neteweperestî û zayendîperestiya li Rojhilata Navîn, tevî hemû kêmasiyên sala 2016'an jî, me li Rojava û Bakurê Sûriyeyê siyaseteke demokratîk meşand."

'XWEPARASTIN Û EWLEKARIYÊ RÊ LI BER ARAMIYÊ VEKIR'

Xelîl destnîşan kir, ku çareseriya krîza Sûriyeyê bi du esasan ve girêdayî ye û wiha dewam kir: "Ya yekemîn qedandina terorê, ya duyemîn jî veguherîna demokratîk e. Ev her du esas niha li Bakurê Sûriyeyê pêk hatine. Bakurê Sûriyeyê parçeyekî girîng ê Sûriyeyê ye. Û hêzên vê zemîn afirandin û bi pêş ve birin, hêzên YPG, YPJ û QSD ne, ku bi heman pîvanan ve dilsoz in.

Di sala 2016'an de, bi rizgariya Şedadê, bi avakirina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re rizgarkirina Minbicê piştî berxwedana 73 rojan, bi berxwedana dîrokî ya Şêx Meqsûdê û berxwedêriya Efrînê re, rastiya gelê rêxistinbûyî û berxwedêr derxistin holê. Tevî vê yekê ji bo rizgarkirina Bakurê Reqayê Pêngava Xezeba Firatê dest pê kir û bi qonaxa duyemîn dewam dike. Ji gelê Reqayê 1500 kes tevlî vê pêngavê bûne. Roj bi roj îqna dibin. Ev hêz hêzên rizgariya însanî ne. Û hevkarê hêzên Koalîsyona Navneteweyî ye, ku bi pêşengiya Amerîkayê li dijî terorê ev koalîsyon hatiye avakirin.

Îspat bû ku sala 2016'an ji bo civak û hemû gelên Bakurê Sûriyeyê sala parastinê ye. Qanûna xweparastinê ya ji aliyê Desteya Parastinê ya Xwerêveberiay Demokratîk ve hate derxistin, li her sê kantonan encam da û derket holê ku kêrhatî ye. Ewlekarî û aramî anî herêmê û gelemperiya Sûriyeyê. Ji ber ku nîşan da ku civak dikare xwe biparêze. Li dijî rejîmên dîkta yên herêmî û terorê, rola însanî derxist holê.

Bi taybetî rejîma Tirkiyeyê ku gefê li aramiya herêmê dixwe, dixwaze krîza Sûriyeyê ji bo xwe bi kar bîne. Lewma di sala 2016'an de jî nesekinî, Heleb radestî rejîmê kir û mûxalîf firot. Ji ber ku Tirkiye dixwaze li dijî projeya federalîzma demokratîk derkeve û Sûriyeyê yekser dixe nava şer. Ji ber vê yekê Cerablûs dagir kir. Û dixwaze bi vê yekê re bandoreke neyînî li ser pêngava rizgarkirina Reqayê bike, vê pêngavê bide sekinandin. Êrîşî YPG, YPJ, QSD û hêzên bi wan re tevdigerin, dike. Qîma xwe bi vê jî nîne; gefê li Minbicê jî dixwe ku ev der ji DAIŞ'ê hatiye paqijkirin û xwedî meclîseke sivîl e."

'KOÇEKE MEZIN BER BI ROJAVA VE HEYE'

Aldar Xelîl da xuyakirin, ku li gorî herêmên din ên Sûriyeyê, qadên Xwerêveberiya Demokratîk ewle û aram e û anî ziman, ji ber vê yekê penaber timî berê xwe didin Rojava.

Xelîl wiha dewam kir: "Di dma dawî de sivîlên ji Mûsil a Iraqê direvin, koçî Rojava dikin. Tevî ku li ser Rojava ambargo heye, Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi derfetên xwe yên kêm van penaberan pêşwazî dike. Ji Şehbayê mirov koçî Efrînê dikin. Yanî niha koçek ber bi her sê kantonan ve heye, lê alîkarî û desteka hêzên navneteweyî û saziyên alîkariyê yên însanî gelekî kêm in. Li hin kampên penaberan, hema bêjin ev saziyên alîkariyê ti alîkariyê nakin. Mînak; Mebrûka. Li hemû kantonan, Desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wê li pêşberî gel û koçberan berpirsyar dibînin. Hewl didin bibin bersiv ji pêwîstiyên koçberên Iraqî û Sûriyeyî re. Lê belê derfet kêm e."

'DESTKETÎ WÊ VEGUHERIN XETA NETEWEYÎ YA ALTERNATÎF'

Xelîl got, "Bi xeta 3. re di sala 2016'an de ji aliyê civakÎ, siyasî, demokratîk, dîplomatîk û aborî ve gelek gavên girîng hatin avêtin" û wiha dewam kir:

"Li gorî destketiyên bi van gavan hatin bidestxistin, wê avakirina Sûriyeyeke nû esas be. Destketiyên sala 2016'an wê di sala 2017'an de veguherin xeta neteweyî ya alternatîf. Piştî ku xeta 2. gelekî derb xwar, piştî ku ji daxwazê gel gelekî dûr ket, bû berdestê hêzên naxwazin Sûriye demokratîk bibe. Ji ber ku baweriya wan bi têkçûna xeta 1. yanî têkçûna xeta rejîmê nema. Lê belê xeta 3. wê gavên mezin bavêje, wê yekîtiya hêzên zanistî û demokratîk ên li nava Sûriyeyê pêk bîne û bibe alternatîf. Ji ber ku projeya Sûriyeya Demokratîk a vê xetê, projeyeke girîng e ku bi salan li ser hatiye rawestîn. Alternatîfa wê nîne. Û ev xet wê Sûriyeyê ji aliyê demokratîk ve veguherîne. Işaretên destpêkê yên vê yekê jî hewldanên rizgarkirina Reqayê, azadirina herêmên navbera Kobanê û Efrînê, wekî din li Bakurê Sûriyeyê birêxistinkirina civakê û avakirina saziyên li 6 herêmên ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hatine azadkirin, e.

Lê xuya ye, komplo û ambargoya li ser Rojava hê dewam dike û li gorî mantiqê siyasî û herêmî ev yek wê di sala nû de jî bidome.

Tevî her tiştî jî em bawer in, ev polîtîka wê têk biçe. Û em bawer in, ev nirxandina me wê piştrast bibe. Çawa ku di 19'ê Tîrmeha 2012'an de şoreşek pêk hat, ev şoreş wê bidome. Wê di navbera gelan de biratiyeke rasteqîn ava bibe. Bingeha jiyaneke azad ava dibe. Li dijî siyaseta înkar û tinekirinê wê hemû rengên Sûriyeyê li hev bicivin.

Rastiya roja îro ev e; me guhertin pêk anîn. Yên rewşa li Sûriyeyê dişopînin, di vê mijarê de îqna ne.

Hin hêzên herêmî û li gelemperiya cîhanê, hewl dan destketiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li qadên leşkerî, dîplomatîk û civakî reş bikin û me ji mekanîzma û civînên li ser çareseriya li Sûriyeyê dûr bixînin. Xuya ye, ji ber ku wan hewl dan me dûr bixînin, ew jî nebûn bersiv ji hêviyên gelên Sûriyeyê, nekarî armancên xwe pêk bînin û di krîza Sûriyeyê de bêçare man. Û civînên ji bo çareseriyê hatin lidarxistin, tevî desteka navneteweyî jî bê encam man. Ti kes nikarin ji xeta me ya çareseriyê, yanî ji xeta me ya 3. derbas bibin. Hemû partî û sazî, nikarin di vê astê de çareseriyê bafirînin. Li qada Sûriyeyê em bi xeta xwe bûn hêza bingehîn."

'KOMARA SÛRIYEYA FEDERAL A DEMOKRATÎK...'

Rêveberê TEV-DEM'ê Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir:

"Li Sûriyeyê bêyî me kes nikare qala çareseriyeke demokratîk bike û bêyî me kes nikare li dora maseyeke çareseriya rasteqîn rûnê. Deriyê me li her kesê ku dixwaze Sûriye ya Sûriyeyiyan be û demokratîkbûnê dixwaze, vekirî ye. Pêkanîna projeya demokratîk di dil û hişê me hemûyan de ye. Di vê oxirê de me gelek berdêl dan. Û ev berdêl ji bi hezaran Kurd, Ereb, Suryanî û Asûriyan pêk tê. Rêya me îro berfireh bûye û me bingeheke mezin a civakî ava kirine. Em hêvîdar in ev civakîbûna mezin wê di sala nû de şer û zordariya li erdnîgariya Sûriyeyê bisekinîne. Û weke gelên Sûriyeyê em dixwazin li Sûriyeyeke ewle, aram û demokratîk bijîn. Em kombûna li dora van armancan em dikarin komara Sûriyeya Federal a Demokratîk bi ser bixînin."