Xaniyên li Nisêbînê li ser cenazeyan tên xerakirin
Ji binê xirbeyê xaniyên li Nisêbînê, ku ji aliyê dewletê ve hatin xerakirin, cenazeyên endamên YPS'ê derdikevin. Hevşaredarê berê Kok got, "Ev yek binpêkirina nirxên mirovahiyê ye" û nerazîbûn nîşanî vê hovîtiyê da.
SEDAT SÛR
MÊRDÎN
în, 23 berfanbarê 2016, 07:10
Cenazeyên geleke endamên YPS'ê yên di 4 mehên êrîş û şerê giran ê Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dan, ji ber pêwîstiya bi encamên DNA'yê, li goristanên bêkesan hatin veşartin. Gelek cenaze jî li taxên qedexekirî man.
Hêzên dewletê destûr nedan, ku cenazeyên li taxên qedexekirî man e bên rakirin. Malbat di vî warî de ketin nava hewldanan, lê encamek jê derneket. Beriya hefteyekê li taxên qedexekirî yên Nisêbînê, ku bi têlan dor li wan hatin girtin, hêzên dewletê dest bi xerakirina xaniyan kirin. Beriya xerakirina xaniyan, ji bo cenazeyên li taxan bên rakirin tiştek nekirin. Piştî hilweşandinê, xirbeyê van avahiyan hate rakirin. Ji binê van xirbeyan 2 cenazeyên endamên YPS'ê hatin dîtin.
Hevşaredarê berê yê Nisêbînê Cengîz Kok nerazîbûn nîşanî vê rewşê da û got, li taxên xanî tên xerakirin dibe ku cenazeyên din jî hebin û xwest, tevî rêxistineke tenduristiyê ya bêalî, li vê herêmê li cenazeyan bigerin.
'BILA DAWÎ LI VÊ PÊKANÎNA LI DERVEYÎ MIROVAHIYÊ BÎNIN'
Kok li ser mijarê axivî û ev agahî da: "Me zûdeyî gotin li taxên qedexekirî yên Nisêbînê cenaze henen û lêgerîneke têrker nehatiye kirin. Lê belê rayedar li şûna ku li cenazeyan bigerin yekser dest bi hilweşandina xaniyan kirin. Di dema hilweşandinê de li taxên Abdulkadîrpaşa û Yenîşehîrê heta niha 2 cenazeyên YPS'yiyan li binê xirbeyan hatin dîtin."
Kok anî ziman, hiştina cenazeyan di binê xirbeyan de û dîtina wan di dema rakirina xirbe de, cihê êş û şermê ye û ji dewletê xwest, dest ji van pêkanînên li dijî nirxên mirovahiyê berde.
'BILA BI HEYETÊN SERBIXWE RE LI CENAZEYAN BIGERIN'
Kok da xuyakirin, ku di binê xirbeyan de cenaze man e û diyar kir, eger du cenaze hatibin derxistin, dema li herêmê lêgerîn bê kirin wê cenazeyên din jî werin dîtin. Kok xwest, lêgerîna li cenazeyan bi heyetên serbixwe yên tenduristiyê were kirin.
Hevşaredarê berê Kok bibîr xist, ku wan beriya niha serlêdan kiribûn, lê encam jê negirtibûn. Kok destnîşan kir, ji ber ku cenaze hatin dîtin, lazim e ti ji rayedaran bi xemsarî nêzî vê rewşê nebin.