Wezîfeya endamên meclîsê yên HDP'î hate desteserkirin

Wezîfeya 5 endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr ên HDP'î ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve hate desteserkirin.

Piştî operasyona qirkirina siyasî ya doh a li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li dijî endam û rêveberên HDP'ê hate kirin, îro jî wezîfeya endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr ên HDP'î ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve hate desteserkirin.

5 endamên HDP'î yên wezîfeya wan hatine desteserkirin wiha ne: Elfesya Nas, Şîrîn Kilinç, Yakûp Taniş, Mesût Nart û Omer Gungen.

Wezîfeya endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Alî Akdenîz jî mehên derbasbûyî hatibû desteserkirin.

Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Mesût Nart li Cizîrê doh hatibû destgîrkirin.