Welatiyên Başûrê Kurdistanê li dijî bombekirina artêşa Tirk helwestê nîşan didin

Gelê Başûrê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û her wiha ji ber bêdengiya hikûmeta Başûr helwest nîşan dan.

Welatiyên Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re axivîn û li dijî bombekirina artêşa Tirk helwesta xwe vegotin.

RÊKANÎ: XWÎNA GELÊ ME JI BAZIRGANIYÊ BI QÎMETIR E!

Hamîd Rêkanî jî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got: ‘’Ev ne cara pêşî ye ku dewleta Tirk li dijî gelê me êrîşê tîne. Dewleta Tirk ti caran cihêtî nekiriye navbera Rojhilata, Bakur, Başûr û Rojava. Her carê êrîş bi ser çar parçeyan de biriye. Ev êrîşeke mezin a bi ser Kurdan de ye. Tam di dema referandûmê de ev kirine, ji bo vê fikaran çêdike. Hêvî dikim ku Hikûmeta Herêmê ya Kurdistanê wê bi zimanekî tund vê komkujiyê şermezar bike. Divê bi zimanekî hişk hişarî bide û şermezar bike. Ji ber ku xwîna gelê me ji bazarganiyê gelekî bi qîmet e. Çi gerîla bin, li welatiyên sivîl, xwîna gelê me ji têkiliyên siyasî, aborî pîroztir e, giranbihatir e.’’

 

 ‘HEKE EM LI VÎNA XWE XWEDÎ DERBIKEVIN EM DIKARIN BI SER BIKEVIN’

Rêkanî diyar kir dewleta Tirk ji Osmaniyan û vir de tim êrîşê dibe ser destkeftiyên Kurd û got: ‘’Niha jî bi dijminên Kurdan re ya xwe kirine yek û hevkariyê dikin. Niha jî li Newyorkê bi Îran û Iraqê re rûniştin li dijî destkeftiyên Kurdan ên li Başûr û Roajva plana êrîşê dikin. Her demê ji bo ku Kurd nebin ti heqî hewl dane. Heke gelê me jî vîna xwe nîşan bide em dikarin li dijî van êrîşên balafiran derkevin û destkeftiyên xwe biparêzin. Em bi mirin û komkujiyê naqedin. Em xwedî vîn in. Em bi top, gef, komkujî û kîmyasalan naqedin. Bi destûra Xwedê em ê bi ser bikevin. Serfirazî ji bo çar parçeyên Kurdistanê û gelê Kurd e.’’

‘HELWESTEKE HIŞK HEWCE YE’

Celal Çêyî jî li ser êrîşên dewleta Tirk wiha got:

‘’Em êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin, bi rastî jî dewletke faşîst e. Dijminê gelê Kurd e. Çi cihêtiyê naxe navbera partiyên Kurd e, ji bo vê jî dijminê tevahiya Kurdistanê ye. Ev êrîşa dawî jî êrîşeke hovane bû, komkujiyeke li dijî sivîlan e. 10 welatiyên me yên sivîl kuştin. Ew jî dizanin ku sivîl in, dizanin ku li vir tenê sivîl dimînin, lê dîsa jî cihêtiyê nake navbera leşker û sivîlan. Em helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî rexne dikin, xwe kerr û kor dikin, daxuyaniya wan bi rebenî ye.

Em êdî naxwazin ev êrîş çêbibe, ji salên 90’î û vir ve komkujiyên dewleta Tirk didome lê kesek deng dernaxîne, bi taybetî herêma Şêladizê mexdûr e. Li dijî vê êrîşa dawî helwesta hewce nehate nîşandan. Diviya helwesteke hê xurtir bihata nîşandan. Heke li deverekê 10 mirov bi zanebûn têne kuştin ev komkujî ye, bersiveke li dijî referandûmê ye. Dixwazin ji Kurdan re bibêjin, ‘em ti caran naxwazin ku hûn bibin xwedî heq û hiqûq.’’