‘Wê Tirkiye ji ber sûcên li Sûrê kirî bê dadgehkirin!’

Platfroma Piştgiriya bi Sûrê re, destnîşan kirku wê Tirkiye ji ber hilweşînê di mehên pêşiya me de di asta raya giştî ya naneteweyî û saziyan de bê dadgekirin.

Platforma Pişgiriya bi Sûrê re di nav de ku akademîsyên aştiyê, hunermend, rewşenbîr, nivîskar û ji derdorên cuda kes hene ji Stenbolê hatin Sûrê û bi aktîvistên Platforma ji Hilweşandina Sûrê re Na çûn serdana taxên Alîpaşa û Lalebey ên Sûrê. Endamên Platformê li Alîpaşa daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Parlamenterê HDP’ê yên Amedê Feleknas Ûca û Nîmeteullah Erdogmûş, rêveberên HDP û DBP’ê jî amade bûn.

‘ÇAVKANIYA ME YA ŞARISTANIYÊ YE’

Parlamenterê HDP’ê Erdogmûş destnîşan kir ku têkoşîna li dijî hilweşandinê bi nirxe û got: “Sûr dîroka gelan e. Li her kolana wê şopa şaristaniyan heye. Çavkaniya şarastaniya me ye. Lê di dema em gihiştinê de şaristanî tê serûbinkirin. Şaristaniyê binpê dikin. Nikarin bi hilweşandinê re nasname û dîrokê tune bikin. Divê demildest dev ji vê şaşîtiyê berdin.”

‘HER CÛRE MAF TÊ BINPÊKIRIN’

Pişt re li ser navê heyete Prof. Dr. Ayşe Erzan daxuyaniya hevpar xwend. Erzan bal kişand ser berdewamkirina hilweşandina Sûrê û wiha axivî: “Li Sûrê her roj binpêkirinek û dramek tê jiyîn. Zarokên Alîpaşa bi bê dibistan dest bi perwerdehiyê kirin. Mafê zarokan tê binpêkirin. Ne diyar e wê li ku qeydên xwe çêbikin. Li gel gelek binpêkirina mafan mekanîzma û peymana mafên mirovî ya navnetewî yên Tirkiye ku jê berpirsyar e û mafê konutan ku di destûra bingehîn a xwe de jî tê maneya binpêkirina mafê mirovan heye.”

HIŞYARIYA KU ‘TIRKIYE WÊ BÊ MEHKÛMKIRIN’

Erzan destnîşan kir ku di pêvajoya darazê ya Sûrê de rewşek xeternak heye û li gel biryarên darazê jî xerakirina Sûrê didome. Erzan diyar kir ku Tirkiye wê ji ber hilweşandinê di mehên pêş de di raya giştî ya navnetewî û li nav saziyan de tengasiyan bikişîne û ji ber binpêkirina mafên hiqûqî hikûm bixwe. Erzan bang li hikumetê kir ku dev ji van binpêkirinan ber bide.