'Wê pergala Îmraliyê parçe bibe, em ê bi Rêber Apo re azad bijîn'

Endama Konseya Rêveber a PAJK'ê Aryen bang li hemû jinan kir, ku bi dirûşma "Sonda me ye, em ê pergala Îmraliyê parçe bikin, bi Rêber Apo re azad bijîn" têkoşînê xurt bikin û bi her cure çalakiyan tevlî kampanya navbera 9'ê Cotmehê û 25'ê Mijdarê bibin.

Endama Konseya Rêveber a Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Şafak Aryen, kampanya KJK'ê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku 21'ê Îlonê da destpêkirin, ji ANF'ê re nirxand.

Aryen bal kişand ser naveroka 8. Civata Giştî ya KJK'ê û diyar kir, ku di civatê de nîqaşên berfireh hatin kirin û biryarên girîng hatin standin.

Aryen anî ziman ku biryarên hatin standin bi giranî li ser bingeha azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn û got, "Tevî ku di nava 19 salan de gelê Kurd destketiyên mezin bi dest ve anîne jî, jin xwe ji parçenekirina pergala Îmraliyê berpirsyar dibînin. Lelwma azadiya Rêber Apo ji aliyê têkiliya jinê û Rêbertî ve asteke stratejîk e, xaleke stratejîk e."

DIVÊ EM STATUYA KURDÊ AZAD AVA BIKIN

Aryen anî ziman, ku ew nema dikarin xwe li vê dîlgirtinê rabigirin û destnîşan kir, ku mijar di civata giştî de bi berfirehî hatiye nirxandin û bi dirûşma "Sonda me ye, em ê pergala Îmraliyê têk bibin û bi Rêber Apo re azad bijîn" dest bi pêvajoyeke nû kirine.

Şafak Aryen ragihand, ku ji bo têkbirina armancên desthilatdariyê yên hêzên kapîtalîst li herêmê û ji nû ve avakirina pergala giştî li Rojhilata Navîn, divê ew rojek ji ya din zûtir pergala Îmraliyê parçe bikin û got, "Ev yek wê di heman demê de ji bo mirovahiyê bibe çareseriyeke esasî. Eger em nasnameya Kurdê azad û statuya Kurdê azad bi rêxistin bikin, em ê pêşî li nêzîkatiya dewletger û neteweperestiya tek a ku gelê Kurd dike qurbanê xwe bigirin û çareseriyeke herî rast biafirînin. Li ser axa Rojhilata Navîn divê em gavekê biavêjin û çanda Xwedawendiyê ava bikin. Ji bo em karibin vê bikin, pêwîst e em xwe bigihînin Rêber APO."

Endama Konseya Rêveber a PAJK'ê Şafak Aryen diyar kir, ku beriya her tiştî divê ew pergala Îmraliyê parçe bikin û di civata giştî ya KJK'ê de jî biryara pêngaveke di vî warî de dane.

BI PERGALA FAŞÎZMÊ RE JIYAN NABE

Aryen da zanîn, ku wan di civata xwe ya giştî de biryar dane, li hemberî faşîzmê têkoşîna xwe bigihînin asta herî bilind û wiha dewam kir: "Bi hezaran însanên me hatin girtin. Dijmin bi dijwarî bi ser gelê me ve hat. Bajarên me hatin şewitandin, însanên me hatin şewitandin. Gelê me yê azadiyê dixwaze, bi bersiva mirinê re rûbirû dimîne. Dîsa dijmin dest daniye ser hemû destketiyên Kurdan, saziyên wan. Ev hemû bi rastiya Îmraliyê, berxwedan û têkoşîna Serokatî ve girêdayî ne. Ji ber ku nikarin Rêbertiyê bikşînin ser xeta xwe, li derve li hember gelê Kurd, jinan û gelan êrîş ewqasî zêde kûr dibin. Mirov bi pergala faşîzmê re hew dikarin bijîn, an îdare bikin.

Di civatê de, bi vê rastiyê ve girêdayî û bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê; 'Sonda me ye, em ê pergala Îmraliyê parçe bikin, em ê bi Rêber APO re azad bîjin'. Em pêvajoyeke nû didin destpêkirin. Em ê li Rojhilata Navîn li hember pergala desthilatdaran pergala gelan misoger bikin, nasnameya Kurdê azad ava bikin. Bingeha neteweya demokratîk, pergala Kurdê û azadiya civakê ancex bi azadiya jinê pêkan e. Ji bo me di heman demê de parçekirina pergala Îmraliyê ye û bi Rêber APO re xwe gihandina jiyana azad e. Ji ber wê li Rojhilata Navîn di hemû qadan de rêxistinkirin û bilindkirina têkoşînê erka me ya demê ya herî bingehîn e. Rêbertî di sosyolojiya azadiyê de tîne ser ziman 'hinek dem hene, ew dem dîrokî ne', wan deman weke demên şoreşê bi nav dike. Ji ber wê ev dem ji bo avakirinê, ji bo bipêşxistina modela mirovatiya azad a bi pêşengtiya ilma sosyalîzma guncav e. 

JI BO FAŞÎZM LI BIN BIKEVE WÊREKTÎ PÊWÎST E

Rêbertî ji bo komploya navneteweyî anî ser ziman ku navenda komployê Washington, Parîs, Îsraîl, Îngilîstan û Moskova ye. Hêzên komploger nikarîbûn bi ser bixin, ji ber ku tifaqê di navbera wan de nedayîmî ne. Rêbertî dibêje: 'komplo lewaz ketiye, bila gelê me netirse, bila li ber xwe bide'. Divê ev bi çanda berxwedana Rêber Apo pêk were. Sonda me ew e ku em ê hêzên faşîzmê li bin bixin, ji bo wê jî wêrektî pêwîst e, têkoşîneke di dasta herî jor de pêwîst e. Asta yekemîn a pêngavê ji 9'ê Cotmehê heta 25'ê Mijdarê dewam dike. Di vê asta pêngavê de pêwîste hemû qadên çalakiyên li dijberê faşîzmê bi cesaret û pêşengiya jinê werin dagirtin. Ev berpirsiyariya her kesê ye. Sala 2018'an divê bibe sala ku em bi Rêbertî re azad bijîn. Xwedî derketina li sondê erka bingehîn a her jinê ye."

DIVÊ JIN PÊŞENGTIYA ÇALAKIYÊN 9’Ê COTMEHÊ BIKIN

Di dawiya axaftina xwe de Şafak Aryen got, "Ji hevalên xwe em fêrî çanda 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bûn. Ev çanda jina azad e. Mînaka herî dawî jî heval Nalîn Muş, heval Şevîn Garzan, heval Hêlîn Mûrat in, hevalên ku di vê pevajoyê de di asta jor de bi Rêbertî re hevaltî kirin û şehîd ketin. Li Kurdistanê çil sal in tekoşînek û berxwedaneke di asta herî jor de, bi rûmet tê meşandin. Vê xakê heq kiriye ku Rêbertî pêşwazî bike, bircên Amedê heq dikin ku Rêbertî hembêz bikin. Jinên azad heq dikin ku dest bidin Rêbertî û Rêbertî hembêz bikin. Gelê Rojhilata Navîn heq dike ku bi Rêbertî re jiyaneke azad bijî. Em bi Rêbertî re jiyanekê azad heq dikin. Di vê çarçoveyê de em bangawazî dikin ku jin pêşengitiyê bikin, dengê xwe bilind bikin û her kes xwedî li erka xweî derbikeve. Bila kes ji rêzê nêzî vê deme nebe. Bêgûman asta ji bo vê erkê di asta herî jor de milîtantî esasî ye. Ji ber ku piştî pênc hezar salan cara yekemîn Rêbertî bi hevaltî nêzî jinê bûye.

Pewîst e ev hevaltî xwe bighîne nasnameya azad û serketinê. Em Rêbertî bi çanda Xwedawendî pêşwazî bikin. Li ser vê esasê pewîst e her kes berê xwe bide qadan. Em nabejin hema çiqasî ji destê we tê bikin. Dem ew dem e ku ji destê xwe zêdetir em erkan pêk bînin. Di vê çarçoveyê de tişta ku ji destê me tê zêdetir divê em bikin.

Divê jin pêşengtiya çalakiyên 9’ê Cotmehê û pêngava azadiya Rêbêr Apo bikin. Em dixwazin bi Rêbertî re azad bijîn. Bi vê biryardayînê em careke din dibejin 'Sonda me ye, em ê pergala Îmraliyê parçe bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn'. Bi vê biryardayînê em careke din şehîdên têkoşînê bibîr tînin. Li ser vê esasê em sond dixwin ku em ê xeta şehîdan bişopînin. Em soz didin ku siberoja gelan di vê demê de rêxistin bikin. Em ê nehêlin ev dem bibe dema wendakirinê. Li ser vê bingehê em soz didin ku ji hevaltiya xwe ya nebes re bi avakirina siberoja jinên azad, mirovên azad  bibin bersiv. Em dibêjin sonda me, sonda hemû jinan û sonda hemû gelan e; Pergala Îmralî perçe bibe, em ê bi Rêber Apo re azad bijîn."