TŞYG: Em ê hesabên komkujiyan ji dewleta Tirk bipirsin
TŞYG li dijî hişmendiya dewleta Tirk ku komkujiyên Mereş, 19’ê Mijdarê, Roboskê û Parîsê pêk aniye, banga têkoşîna hevpar kir.
TŞYG li dijî hişmendiya dewleta Tirk ku komkujiyên Mereş, 19’ê Mijdarê, Roboskê û Parîsê pêk aniye, banga têkoşîna hevpar kir.
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) têkildarî komkujiyên dewleta Tirk daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk ji roja ku hatiye damezirandin û hetanî niha tim komkujî bi ser gelan û çewisandiyan de aniye û bi berdewamî wiha pê de çû: ‘’Avaniya dewleta faşîst a bi senteza Tirk-Îslamî tim di rêya asîmîlekirina beşên cihê yên civakê, zext û bi darê zorê kontrolkirinê û înkarkirinê de çûye. Dewleta TC’ê xwe li ser vê xeta faşîst û şowenî ava kiriye. Qirkirina çandî li ser hemû beşên muxalîf pêk aniye, bi vê xwestiye serdestiya xwe ava bike, dema ku ti encam bi vê polîtîkayê jî bi dest ve neaniye, berê xwe daye qirkirinên fizîkî û komkujî pêk aniye.
‘NEHATE XWESTIN KU ELEWÎ BIGIHIN TEVGERA ŞOREŞGER’
Di daxuyaniyê de hat gotin 24’ê Kanûna 1978’an di êrîşa bi ser Kurd-Elewiyan de 111 sivîl ji hêla dewletê ve bi hatine kuştin û bi berdewamî, ‘’Hatiye xwestin ku civaka Kurd-Elewî li vê herêmê ku Hakî Karer, Sînan Cemgîller, Kemal Pîr têkoşîna şoreşgerî dikirin, were bêbandorkirin. Hatiye xwestin ku civaka herêmê ku ya ku destek dida têkoşîna şoreşger, li dijî faşîzmê û bêdadmendiyê li gel şoreşgeran cihê xwe digirt, bi komkujiyan were pirnisandin. Armanc pêşîlêgirtina têkoşîna şoreşger û demokratîk bû. Bi Komkujiya Meraqşê hatiye armanckirin ku karekterê berxwedêr ê civaka Elewî negihije tevgera şoreşger.’’
19’Ê KANÛNÊ, ROBOSKÊ Û PARÎS
Di daxuyaniyê de bi berdewamî li ser 19’ê Kanûnê, Roboskê û Parîsê wiha hate gotin:
‘’19’ê Kanûna 2000’î komkujiya dewleta Tirk a faşîst a bi ser girtiyên şoreşger-welatparêz de, careke dî nîşan daye bê ka dewlet çi qasî ji têkoşîna şoreşger ditirse. Dewleta ku nekarî pêşî li hewldana azadî, demokrasî, wekheviya şoreşger-welatparêzan bigire, serî li komkujiyê daye û bi vê komkujiyê xwestiye ku radestbûnê li girtîhegan ferz bike. Berxwedana 19’ê Kanûnê li dijî radestbûnê, bêrûmetbûnê, bêdadmendiyê tê wateya têkoşîna biryardar a girtiyên şoreşger.
Bi Komkujiya Roboskê ya 28’ê Kanûna 2011’an hatiye xwestin ku tevlêbûna gelê Kurd a li nav têkoşîna welatparêz-demokratîk were girtin, serhildana bi pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd were astengkirin, careke dî jî bi çewisandin û komkujiyan hatiye xwestin ku gelê Kurd ji têkoşîna şoreşger were dûrxistin. Bi komkujiya Roboskê qirkirina Kurdan hatiye rojanekirin. Weke li Dêrsimê, Helepçeyê û li deverê dî hatiye kirin, hatiye xwestin ku Kurd werin bêdengkirin, radest werin girtin
9’ê Çileya 2013’an komkujiya li Parîsê ya bi ser hevrê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan de ji hêla dewleta Tirk ve hatiye kirin. Xapandinek e ku kujerê bi navê Omer Guney di encama nexweşiyê de miriye. Omer Guney, bi mebesta ku aliyê komkuj ê dewlata TC’ê dernekeve holê, bi awayekî plankirî hatiye kuştin, bi vî awayî hatiye xwestin ku ispat ji holê were rakirin. Em bang li gelê xwe dikin ku di vê mijarê de hişyar bin û ji TC’ê hesab bipirsin.
Bi komkujiyên Meraş, Roboskê, 19’ê Kanûnê dewleta faşîst a T.C’ê armanc kiriye ku gelên çewisandî, gelan, çînan, baweriyan di bin zextê de bihêle, wan çavtirsandî bike û bipirnisîne. Gelê Kurd ê berxwedêr, civaka Elewî û şoreşger hewl hatiye dayin ku werin bêdengkirin û radestgirtin. Di rabirduyê de ev komkujiyên bi ser gelên me de, kedkdar û berxwedêran de dihate kirin, îro jî berdewam dike. Desthilatdariya AKP-Erdogan şowenîzmê vedijînin, HDP’yiyan lînc dikin, dest li ser şaredariyên gel datînin, Kurdan ji şûnwarên wan dikin, operasyonên leşkerî-siyasî zêde dikin, kedkaran bi navê qezaya kar dikujin. Kî li dijî vê desthilatdariyê li ber xwe bide û nerazî be dibe hedef vê desthiltdariyê.’’
‘’PEYWIRA SEREKE; TÊKOŞÎNA HEVPAR ‘’
TŞYG’ê bi berdewamî wiha got:
‘’Di van rojan de ku salvgera komkujiyên Roboskê, Meraş, 19’ê Kanûnê ye, peywireke sereke ya hemû şoreşger, welatparêz, demokrat û pêşverûyan e ku werin cem hev û têkoşîneke hevpar bidin. Çi kesê li dijî dîktatoriya AKP-Erdogan in, divê bi awayekî biryardar û berxwedêr tim di nav çalakiyan de be. Ji bo careke dî em bi komkujiyên nû re hevrû nebin, divê em rêxistî bin, bibin yek, li ber xwe bidin û têbikoşin. Em careke dî li ber bîranîna mirovên xwe yên li Meraş, Roboskê, 19’ê Kanûnê, Parîsê şehîd bûyin bejna xwe ditewînin, em soza xwe dubare dikin ku em ê bi mezinkirina têkoşîn, berxwedanê ji dewleta faşîst a TC’ê hesab bipirsin.’’