Tifaqa Kurdistanî: Diyalog rêya çareseriyê ye

Komxebata Tifaqa Kurdistanî bal kişand ser êrişên li Başûrê Kurdistanê û got, "Roj roja yekîtiya neteweyî ye. Roja parastin û pêşvebirina destketiyan e."

Partî û rêxistinên Komxebata Tifaqa Kurdistanî têkildarî êrişên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya ku işaretê bi girîngiya diyalogê dike wiha ye:

"Gelê Kurd, bi sed salane li ser erdnigariya xwe bi dehan car, bi qetliam û koçberiyan re rû bi  rû  maye, bedêlên gelek giran daye û  tevî van bedêlên giran jî, dev ji têkoşîna bi destxistina mafê xwe yên neteweyî bernedaye, ji bo Herêma Kurdistana Federe serxwebûn, ji bo xweseriya Rojava jî statuyek fermî bidest bixin têkoşîna xwe didomîne.
     
Di  pêvajoya têkoşîna azadî û sexwebûna neteweya Kurdan de, em bi xemgînî û bi şik dibînin ku hinek welatên dagirker, bi hewldanên provakatîf  nakokiyên navbera partiyên Kurdan kûrtir dikin û dixwazin li gor berjewendiyên xwe bi kar bînin.

Pêvajoya têkoşîna azadî û serxwebûna neteweya Kurd, di asteke hesas de dibore û ev rewş xwedî hinek fersendin jî. Ger ji pêla bi kar anîna fersenda, kûrkirina nakokiyan bê domandin û bibe sedema pevçûnan, ev rewş wê bi gelê Kurd jî, bi siyaseta Kurd jî bide windakirin.   
  
Di serî de divê partiyên Kurd, di warê mudaxeleyên provakatîf de baldar bin û bi hewldanek berpirsiyarên xwe yên dirokî, rêbaza parastina berjewendiyên neteweyî de karibin li gel hev tev bigerin. Banga me ew e ku, rê li ber pevçûnek nava Kurdan bê girtin, lewra şerê di nevbera Kurdan de, duh jî ne li gor berjewendiya Kurdan bû û îro jî ew ê ne li gor berjewendiyên Kurdan be, tenê wê bi kêrî dagirkerê Kurdan bê.
 
Gelê Kurd giraniya xisar û birînên birakujiyê, tedawî ya birînên civakî yên birakujiyê çiye baş dizane, xisarên birînên birakujiyê ji bîra gelê Kurd neçûye û hêj jî bi êş û jana wan birînan dijî. Tevî van ceribandinan, mafê Partiyên Kurd tune ku  bi travmayek nû, destketiyan têxin xeterê û sedemê windakirina destketiyên ku bi bedêlê giran hatine bi dest xistin.

Di serî de Reveberiya Herêma Kurdistan ji bo  partiyên Kurdan mecbûriyete ku destketinên Kurdan li ku derê be bila bibe di hewldana parastin û geşedanê de bin. Roj roja yekîtiya neteweyî, parastin û geşedana destketina ye. Rêya çareserkirina nakokiyên navbera Kurdan diyalog e, ji ber vê yekê em bang li aliyan dikin ku diyalogê wek rêya çareserî bibinîn û pirsgirêkan çareser bikin."