'Ti hêz nikare me ji Rêberê me dûr bixîne'

Gerîlayan diyar kirin ku komploya navneteweyî negihîştiye armanca xwe û gotin, "Em di têkoşîna xwe de bi biryar in. Ti hêz nikare me ji Rêberê me dûr bixîne."

Gerîla bi wesîleya salvegera 25'an a komploya navneteweyî ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê êdî misoger bibe.

Ji gerîlayên HPG'ê Dilxwaz Teyî anî ziman ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd de komplo li dijî gelê Kurd hate kirin û got, "Armanc ji komployê ew bû ku çand, ziman û mafê jiyanê ji gelê Kurd bê standin û bê qirkirin. Di şexsê gelê Kurd de xwestin daxawza azadî û wekheviyê ya gelên bindest tune bikin. Di dîrokê de ji bo ti rêberî çalakiya xweşewitandinê yan jî fedaî nehatiye kirin. Ji bo azadiya Rêber Apo gelek mirovan bêteredût xwe feda kirin. Gotin 'Hûn nikarin roja me tarî bikin'.

DESTÊ RÊBERÊ ME HATE XURTKIRIN

Rêberê me di nava her şert û mercî de têdikoşe ku em jî ji vê têkoşînê hêzeke mezin werdigirin. Weke gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê û milîtanên Rêber Apo em li çiyê şer dikin, têdikoşin. Çalakiyên dema dawî nîşan didin bê îrade û baweriya gerîla çiqasî mezin e. Van çalakiyan hilweşîneke mezin bi serê artêşa Tirk a faşîst ve aniye, destê Rêberê me xurt kiriye. Ji bo Kurdên ku xiyanetê dikin, rûmeta xwe bi çend qurişan difiroşin bûye bersiveke mezin. Em di wê baweriyê de ne ku azadiya fîzîkî ya Rêberê me wê di sala 2024'an de misoger bibe."

SOZA JI BO MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Ji gerîlayên YJA Starê Milîtan Zagros jî bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd ji bo gelan û hemû bindestan paradîgmaya xwe dispêre wekhevî û azadiyê afirand û destnîşan kir, hêzên hegemonîk ji vê yekê tirsiyan. Milîtan Zagros diyar kir ku fikrê Rêberê Gelê Kurd li çar aliyên cîhanê belav bûye, aqil û sîstema dewletê lawaz kiriye û got, "Dewlet ewqasî civakê difetisîne, xizan dihêle û ditepisîne ku fikrên Rêbertî mîna deryayekê li her derê belav bûne. Civak azadiya xwe di nava îdeolojiya Rêberê me de dibînin. Weke milîtanên Rêbertî em sozê didin ku têkoşîna xwe mezin bikin. Çalakiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewleta Tirk a faşîst tarûmar kiriye. Sala 2024'an wê azadiya fîzîkî ya Rêberê me misoger bike, baweriya me ya ji vê yekê mezin e. Em ê ti carî nehêlin ku dijmin li Kurdistanê bigihêje armanca xwe."

JI ROJHILATA NAVÎN BELAVÎ CÎHANÊ BÛ

Ji gerîlayên HPG'ê Derwêş Kaziwa jî destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd hem bi berxwedana xwe û hilberîna xwe komplo pûç kir, hem jî bi îdeolojiya xwe ji Rojhilata Navîn belavî cîhanê bû. Derwêş Kaziwa anî ziman ku gerîla di her şert û mercî de li artêşa Tirk a faşîst dixe û got, "Di şer de serweriya psîkolojîk di destê gerîla de ye. Kurdistan ne ya dewleta Tirk e, leşkerên xwe ji bo şerkirinê dişîne Kurdistanê. Li Kurdistanê parçeyekî me nîne ku em bidin dewleta Tirk. Kurdistan wê ji leşkerên Tirk re bibe goristan. Ji xwe bi wî rengî dibe."

ÊDÎ ŞERMEZARKIRIN BI TENÊ TÊRÊ NAKE

Derwêş Kaziwa ragihand ku di pêvajoya heyî de tenê şermezarkirina komployê têrê nake, divê ji holê bê rakirin û got, "Her kes divê li gorî hêza xwe tevkariyê bike. Gerîla çalakiyên gelekî xurt lidar dixin. Di şerê gel ê şoreşgerî de gel û gerîla divê hevdu temam bikin. Azadiya fîzîkî ya Rêberê me tê wateya azadiya gelê Kurd, azadiya gelê Kurd jî tê wateya azadiya gelên cîhanê."

EM BI BIRYAR IN

Ji gerîlayên HPG'ê Amed Başûrî jî işaret bi bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser gelên Rojhilata Navîn û Kurdistanê kir û got, "Dewleta Tirk ji bo têkiliya navbera gel û Rêberê me de qut bike tecrîdê di nava tecrîdê de ferz dike. Em gerîla û gel vê yekê qebûl nakin. Hevrêyên me yên li zindanan di greva birçîbûnê de ne. Kampanya ku tevgera me da destpêkirin, gelekî bal kişandiye. Ji gelek derdoran li cîhanê ji bo Rêberê me çalakî têne lidarxistin, gerîla jî li çiyê çalakiyên mezin dikin. Em di têkoşîna xwe de bi îdîa û bi biryar in. Ti hêz nikare me ji Rêberê me dûr bixîne. Manewiyata me Rêberê me û hevrêyên me yên şehîd in. Eger em nikaribin ji Rêber Apo agahiyê werbigirin, çalakiyên me wê bandoreke hîn mezin dewam bikin."