Tevgera Goran li dijî dagirkeriyê destek da Eniya Neteweyî

Tevgera Goran li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk destek da Eniya Neteweyî.

Hevdîtinên endamên Eniya Neteweyî ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ava bûye, dewam dikin. Endamên Eniyê piştî ku doh serdana Yekgirtû kirin, îro jî li Silêmanî bi endamên Tevgera Goran re rûniştin.

Piştî civînê, endamê Eniya Neteweyî Aram Helednî li ser serdana xwe ya li Tevgera Goran daxuyanî da.

Helednî diyar kir ku wan ji Tevgera Goran xwestine ku helwesteke xurt li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nîşan bide û Tevgera Goran jî ji wan re gihandine ku ew amade ne destekê bidin hewldanên wan ên li dijî dagirkeriyê.

Aram Helednî got, bi navê Eniya Neteweyî ya li dijî êrîşên dagirkeriyê ew serdana hemû partiyên siyasî dikin û wiha dewam kir: "Em ji hemû partiyan dixwazin ku li ber dagirkeriyê rabin û daxwazên wan ên li dijî dagirkeriyê ji Parlament û hikumetên Iraqê û Herêma Kurdistanê re ragihînin. Em bi her kesî re hevdîtinê dikin û ji wan dixwazin ku li dijî dewleta Tirk a dagirker helwestê nîşan bidin."