Teqemeniyên li Tebqayê ji ber çeteyên DAIŞ'ê man e

Teqemeniyên ku çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Tebqayê li dû xwe hiştine, derdikevin holê.

Kêm ma ye ku pêngava rizgarkirina Tebqayê biqede. Di karê lêgerîn û paqijkirina herêmên rizgarkirî de, navendên çêkirina teqemeniyan ên çeteyên DAIŞ'ê hatin dîtin.

Çeteyên DAIŞ'ê ku li pêşberî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têk çûn, li pey xwe gelek cebilxane û teqemenî hiştin.

Şervanên QSD'ê duh jî navendeke çêkirina teqemeniyan a DAIŞ'ê, ku li dikaneke li navenda bajêr e, dîtin. Tevî vê navendê, li malekê jî teqemenî hatin dîtin.