Têkoşîna Berfû Dîlan Canbay bû hêz û cesareta jinan
Hevalên Berfû Dîlan Canbay (Arjîn Selçûk) a li çiyayê Dersîmê jiyana xwe ji dest da gotin, têkoşîna wê jin û ciwan bi hêz kiriye.
Hevalên Berfû Dîlan Canbay (Arjîn Selçûk) a li çiyayê Dersîmê jiyana xwe ji dest da gotin, têkoşîna wê jin û ciwan bi hêz kiriye.
Li bejahiya gundê Kozlûca yê navçeya Pulur a Dersîmê, di şerê 8'ê Îlonê de yek ji fermandarên jin ên MLKP'yî Berfû Dîlan Canbay (Arjîn Selçûk) jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Canbay ji qada şer rakirin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê û li gorî wasiyeta wê, li Goristana Yenîkoy a Amedê hate veşartin.
Canbay di 7'ê Mijdara 1993'an de li navçeya Erxenî ya Amedê ji dayik bû û cara ewilî di sala 2013'an de li Zanîngeha Stenbolê dest bi têkoşînê kir. Canbay di nava SGDF de dest bi têkoşîna xwe kir û hingî bi Polen Unlu û Buşra Mete yên li Pirsûsê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, xebitî. Piştre bi rengekî çalak tevlî xebatên ciwanên sosyalîst bû û cihê xwe di nava çalakiyên 1'ê Gulanê û Gezî de girt.
'XWE DI NAVA ŞOREŞA JINÊ DE ZELAL KIR'
Canbay di hiş û mejiyê xwe de timî bi Rojava re bû. Hevalên wê gotin, "Dema sibê zû hişyar dibû, di destpêkê de li nûçeyên li ser Rojava dinêrî. Timî li sirûdên li ser Rojava guhdarî dikir. Dengê alarma wê jî ev sirûd bûn. YPJ û têkoşîna jinan a li wir, ew zelal kiribû." Canbay dema li Stenbolê têdikoşiya, Kurdistan di dilê xwe de dijiya. Canbay ji bo têkoşîna azadiyê ya gel û şoreşa jinê, di payîza 2014'an de çû Rojava. Piştî ku wextekê lê ma, berê xwe da çiyayên Dersîmê.
Hevala wê Îlke Başak Baydar da xuyakirin, ku çi dibe bila bibe, ew ê wê bi heyranî bibîr bîne û got, "Min ew di dema karên SGDF'ê de nas kir. Dema ku ez seroka SGDF'ê bûm, wê Zanîngeha Stenbolê qezenç kiribû û hatibû. Hingî gotibû ew dixwaze tevlî karên SGDF bibe. Bi Polen û Buşra re xebitî. Wê demê hê nû xwe bi rêxistin dikir. Enerjiya wê gelekî zêde bû."
'HER KU DIXEBITÎ, BÊHTIR XWE BI TÊKOŞÎNÊ VE GIRÊ DIDA'
Îlke Başak Baydar da xuyakirin, ku piştî tevlîbûna li çalakiyên qedexekirî Yên 1'ê Gulanê û berxwedana Parka Gezî Canbay hê bêhtir tevlî nava têkoşînê bû û wiha dewam kir: "Xebata wê ya destpêkê 1'ê Gulanê bû. Em ji hemû bendan derbas bûn û me xwe gihandibûn qadê. Piştre pêvajoya Gezî dest pê kir. Bi milîtaniyeke mezin xwe li têkoşînê girt. Lewma ji bo wê pêvajoyeke gelekî girîng bû. Ev pêvajo di heman demê de ji bo wê bû pêvajoyeke têkoşîneke xurt û zelalbûnê. Piştre agahî hat ku şervanê MLKP'ê Serkan Tosûn li Rojava şehîd bûye. Ev yek di heman demê de bû yek ji kêliyên ku têkiliya navbera Berfû û têkoşînê zelaltir bû. Timî li wêneyên Şoreşa Rojava dinêrî, bala wê timî li ser Rojava bû."
'GELEK TIŞT JI ŞOREŞA ROJAVA GIRT'
Îlke Başak Baydar anî ziman, piştî ku nêrînê wê zelal bû, xebatên xwe bi giranî ji bo jinan meşand û hêza xwe jî ji şoreşa jinê ya li Rojava girt. Baydar got, "Bi taybetî temsîliyeta wekhev û avabûna YPJ'ê heyecaneke mezin da bû wê. Piştî vê yekê, Berfû ji aliyê azadiya jinê ve xwe bêhtir bi pêş ve xist."
Îlke Başak Baydar diyar kir, Canbay ji şoreşa yekbûyî ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bawer dikir û got, "Piştre, rojek hat û wê berê xwe da Rojava, ku gelekî jê hez dikir."
'BÛ YEK JI MEZINTIRÎN STÊRKÊN ŞOREŞÊ'
Baydar herî dawî destnîşan kir, ku têkoşîna Canbay jin û ciwan gelekî bi hêz kir û got, "Di emrê ciwantiyê de xwe gihand asta fermandareke jin û bû yek ji mezintirîn stêrkên şoreşê. Lewma ew bû cesaret ji hemû jin û ciwanan re."