Tekîn: Emrê faşîzma Tirk kin e; em ê bi ser bikevin

Tekîn bal kişand ser tengavî û bêçarebûna dewleta Tirk a li pêşberî gerîla û diyar kir, ku rayedarên Tirk ji welatên Ewropa û Amerîkayê dixwaze, ku daxwaza agirbestê li PKK'ê bikin. Tekîn got, "Em ê mezin bi ser bikevin."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Bozan Tekîn li ser pêvajoya siyasî, çalakiyên gerîla, bûyerên dawî û rewşa dîlên azadiyê di bernameya Dilistan a Radyoya Dengê Welat de axivî û bersiv da pirsên Ciwan Tûnç.

Tekîn referandûma li Başûrê Kurdistanê nirxand û got, "Ya ku niha pêwîstî pê heye, yekîtiya neteweyî, kongreya neteweyî ye." Tekîn siyaseta PDK'ê nirxand û got, "Şaş e ku doza Kurd weke doza hizbekî were nirxandin. Ji ber vê siyaseta şaş rayedarên dewletên dagirker Tirkiye, Îran û Iraqê li hev civiyan û biryarên li dijî berjewendiyên gelê Kurd dan."

Tekîn anî ziman, ku dewletên navborî heta ji wan bê wê li dijî gelê Kurd tevbigerin û wiha dewam kir: "Careke din weke ku di dîrokê de gelek caran hate dîtin wan dewletan di nava xwe de biryar girtin û hevpeyman çêkirin. Ev çi tîne rojevê? Yekîtiya neteweyî, kongreya neteweyî. Girîngî û pêwîstiya biryareke neteweyî derxiste holê. Serok Apo û rêveberiya PKK'ê gelek caran ji bo yekîtiya neteweyî hewl dan û bi qasî ku pêwîst dikir jî nerm nêz bûn." Tekîn bibîrxist ku li gel ku ew rêxistina herî mezin ya Kurd in, li çar perçeyên welat û cîhanê rêxistinkirî ne jî, Ocalan gotiye, "Barzanî dikare li ser navê me jî biaxive, bibe serok jî, lê bes bila hevserokekî qebûl bike." Rêveberiya PKK’ê jî ew erê kiriye, lê dîsa jî PDK nehatiya qada yekîtiya neteweyî û yekîtî pêk nehatiye.

Tekîn armanca bingehîn a hêzên dagirker wiha pênase kir: "Bes bila Kurd nebin xwedî statu û negihêjin armanca xwe. Hemû armancên wan ên yekbûnê li dijî gelên Kurdistanê û gelê Kurd in. Ji bo wê jî careke din pêdiviya bi nirxandineke berfireh a pêvajoyê heye. Lezgîniya kongreya neteweyî, parastina neteweyî eşkere ye. Ehmedê Xanî wiha gotibû: 'ger ku em nebin yek, em ê biçin yek bi yek'. Ev xetere ku bi hemû dijwariya xwe xuya dike. Divê her kes binirxîne û gelê me jî hişyar be. Lê divê ne mirov stûyê xwe bitewîne li hemberî ti kesî û ne jî şûnde gav bavejî. Divê kes ji xwesteka azadiyê bêhêvî nebe."

KEDA SEROKATÎ YA 20 SALAN LI ROJAVA Û SÛRÎ GUHERTINÊN BINGEHÎN DIKE

Li ser hilbijartinên komunan ên li Rojavayê Kurdistanê jî Tekîn got, "Ev encama xwîna bi sedan şehîdan e. Li gel êrîşên çeteyên dewleta Tirk, rejîmê û çeteyên DAIŞ'ê, ev yek pêk tên. Dema ku dagirkeriya rejîma Sûrî jî êrîş dike li hemberî wê jî li ber xwe didin. Hilbijartinên komunan ne tenê hilbijartin in, feraseteke pir kûr û cûda heye. Di bin şer û zehmetiyan de ew hilbijartin pêk tên. Gelên Bakurê Sûriyeya Demokratîk û Rojava, gelên cûda û baweriyên cûda baweriya xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo anîne û bi feraseta komunan bawer in."

Tekîn destnîşan kir, li devereke ku dewlet û desthilatdarî pêşketî ye, jin tê tepisandin û anî ziman, li cihên bi vî rengî jina azad û feraseta demokrasiyê bi pêş dikeve û veger li cewherê tê kirin.

ÇARESERIYA QEYRANÊ FIKRÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK E

Tekîn li ser qeyrana Rojhilata Navîn û bi taybet jî ya li Sûrî jî wekî yekane rê û fikrê çareseriyê Neteweya Demokratîk nîşan da. Tekîn got, "Derdora Heleb û Şamê jî tê de, her devera Sûrî ji bilî xeta peravê herifiyê. Ev jî dide diyarkirin ku çareserî bi rejîma BAAS'ê, bi navê Îxwan û Muslîmîn, şerê mezheban, çeteyên artêşa azad, çeteyên di bin banê dewleta Tirk de xwe wekî mûxalîf nîşan didin, nayê. Yekane çareserî di fikrê Rêber Apo de tê. Komun jî bingeha wî fikrî ne."

BIRYARA BELÇÎKAYÊ DESTPÊKA REXNEDAYINÊ YE

Bozan Tekîn biryara dadgeha Belçîkayê jî weke dîtina rastiya PKK'ê û Ocalan û destpêka rexnedayinekê pênase kir. Tekîn wiha dewam kir: "Rastiya PKK'ê û Rêber Apo bi hemû heybeta xwe derketiye holê. Ev b,ryar jî gavek e, lê têrê nake. Hêzên ku ev biryar girtine divê bilezînin û ji şaşîtiya xwe vegerin. Ew iîryarên berê encama kîjan siyaset û bazaran bû, em dizanin. Ew biryar û siyaseteke li hemberî PKK'ê û Rêber Apo bû. Komplo jî berhemê wê siyasetê bû. Divê ew hêz rastiya gelê Kurd û PKK'ê bibînin. Ew ê ji vê tiştekî winda nekin. Divê ji şaşitiyên xwe vegerin, alîkariya dewleta Tirk nekin. Lewre li ser navê NATO'yê 30 salan alîkariya dewleta Tirk kirin. Digotin 'PKK terorîst e'. Madem ku PKK ne terorîst e, gelê Kurd ne terorîst e, dewleta Tirk li vê derê li çi digere? Li gorî qanûnên navneteweyî dagirkerî sûc e û li hemberî dagirkeriyê berxwedan, îsyan, çek, sivîl hemû mafên xwezayî ne, mafên parastinê ne. Dagirkerî sûc e, li hemberî wê berxwedan karekî pîroz e. Ji bo wê jî divê ew hêz biryarên xwe yê berê betal bikin."

CHP PARTIYA QIRKIRINÊ YE

Tekîn tezkereya şer a di meclîsa dewleta Tirk de hatî erêkirin û bi taybet jî rista CHP'ê ya neyînî û xapînok wiha şîrove kir: "Heta niha CHP’ê ji gelê Kurd lêborîneke fermî nexwestiye. Bingeha qirkirin û dagerkiriya Kurd ava kiriye. Li hemberî Kurdan hemû hev digirin. Xwesteka CHP'ê ya edaletê jî çîrok û xapînok in. Ew çi edalete ku Rêberê Gelê Kurd di bin tecrîdê de be, lê behsa wê jî neke? Divê mirov ji wan ti hêviyan neke. Hêviya me şoreşgerê gelê Tirk ên wekî Ûlaş Bayraktar û Orhan Yilmazkaya ne. Heta ku rastiya CHP'ê neyê teşhîrkirin di nava gelê Tirk de şoreş pêş nakeve."

LI NAVA ÇAVÊN DIJMIN BINÊRIN, HÛNÊ REWŞÊ FÊM BIKIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Tekîn, der barê zîndanên li Tirkiye û Kurdistanê de jî axivî û zextên li ser girtiyan jî wekî neçarî û qelsiya li hemberî gerîla ya dewletê nirxand. Tekîn got, "Dîlên azadiyê ku bixwazin rewşa gerîla, derbên ku li dijmin dixe û pozîsyona me fêm bikin, bila li nava çavên dijmin binêrin. Li gel propaganda şerê taybet jî hûn ê bibînin ku gerîlayê qehreman çi destanan dinivîse. Tenê di du çalakiyên dawî de bi qasî 100 leşkerên dagirker hatine cezakirin."

Di dewama axaftina xwe de Tekîn têkildarî êrîşên li ser dîlên azadiyê got: "Dijmin bi awayekî yekpare êrîşî girtiyan dike. Tiştên ku li zindanekê dike û li ya din dike ji hev ne cuda ne. Tiştên ku dike çi ye? Dîlên azadiyê bêrêxistin, bêhêvî bike,ji Serokatî, PKK'ê, PAJK'ê dûr bixe û di şexsên wan de bandorê li civakê, civaka berxwedêr bike. Armanca wan a bingehîn ev e. Madem dijmin bi plan û rêxistin bi ser me ve tê, pêwîst e em jî bi plan û rêxistinî li ber xwe bidin. Divê ti kes li gorî serê xwe, dilê wan çawa dixwaze helwestan nîşan nede. Tişta ku heval divê bikin çi ye? Di bin her şert û mercî de divê heval rêxistina xwe biparêzin. Rêxistin, rêxistin, rêxistin."

EM Ê MEZIN BI SER BIKEVIN

Tekîn derbarê tengavbûn û bêçarebûna dewleta Tirk de agahiyên girîng da û got, "Emrê faşîzma dagirkeriya Tirk kin e. Ez dixwazim vê jî bêjim, ku dagirkeriya Tirk diçe kîjan welatê Ewropa, Amerîka û hwd. dibêje wan, 'bêjin PKK'ê bila bisekine, agirbest îlan bikin'. Yanî dixwaze careke din lîstokan bînin serê me. Em careke di wê rê de derbas bûn. Em dizanin di wan rêyan de çi heye. Em careke din naxwazin wan tiştan bibihîzin jî. Ev çi dide diyarkirin?  Rewşa dagirkeriya Tirk û pozîsyona wê. Di dema 12'ê Îlonê de jî rewşeke wisa hebû, tarîstan bû. Hin kesan digot qey qet dawiya tarîstanê nayê. Lê şefaq li ber deriyê me bû. Niha divê her kes mejiyê xwe û dilê xwe veke, tarî û bêhêvî nebe. Em ê bi ser bikevin û em ê mezin bi ser bikevin."