Têkildarî Hevseroka HDP'ê ya Amedê Alokmen biryara girtinê hate dayin

Têkildarî Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Dadgeha Tirk biryara girtina Alokmen da.

Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen, sala 2012'an dema ku Hevseroka Amedê ya Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) bû, bi hinceta ku tevlî çalakiyeke sendîkayê bûye û delegeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bû ketibû ber dozê. Rûniştina biryardana dozê pêk hat.

Alokmen beşdarî rûniştina dozê nebû, lê parêzerê wê Şeyhmûs Bayhan lê amade bû.

Dadgeha dewleta Tirk bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Alokmen birî.

Dadgehê her wiha biryara girtina Alokmen da.