Soza ku dabû Hozan Mizgîn bi cih anî -NÛ BÛ

Hêlîn Serhed ku soz da jin a bandor lê kir, berê xwe da çiyê û 15 salan li nava refên gerîla têkoşîneke bêhempa meşand.

Hêlîn Serhed (Hînayet Alataş) sala 1978'an li navçeya Bedlîs a Tetwanê ji dayik bû. Li nava malbateke welatparêz mezin bû ku dilsozê nirxên Kurdîtiyê bû. Hîn di zarokatiyê de bi rêya malbata xwe Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Bi çanda şoreşgerî mezin bû. Sala 1997'an tevlî nava kar bû. Piştî ku malbata wê bar kir Stenbolê, bi rengekî çalak di nava civakê de xebitî û beşdarî gelek çalakiyan bû. Sala 2002'an ji Stenbolê tevlî nava refên gerîla bû.

Serhed li Qendîl, Xinêrê, Garê, Zap û Zagrosan gerîlatî kir, weke fermandareke jin bi rola pêşengiyê rabû. Hêlîn Serhed di sala 2016'an de di şerê dijî dewleta Tirk de tevî 7 hevrêyên xwe tevlî nava karwanê şehîdan bû.

Hêlîn Serhed di rojnivîska xwe de qala wate û girîngiya jiyana gerîla, têkoşîn û çiyê kiribû: "Jiyana li çiyê ji bo min gelekî zehmet nebû. Hevrêtiya ku Rêber Apo afirand ji bo çûyîna çiyê bang li min dikir. Sedema bingehîn a ku têbikoşin ev bû. Bi van nirxan ez îro li van çiyayan dimeşim. Dikarim bibêjim ku min li çiyê kesayetiya xwe baştir nas kir. Min hêza xwe bêhtir dît û baweriya pê xurtir kir. Dikarim bibêjim ku çiya dibistana hînbûnê ya esîl e. Ji ber ku mirov rastiya jiyanê lê dibîne. Dema ku hatim çiyê li cewhera xwe vegeriyam. Ji ber vê yekê daxwaza min a ji bo mayina li çiyê zêde bû. Min gelekî hez ji çiyê kir, bi çiyê ve hatim girêdan. Lewma çiya ji bo min warê jiyan û azadiyê ye. Warê mezinbûn û bedewiyê ye. Qada têkoşînê ye, rêya ber bi serketinê ve ye.

Yek ji hevrêyên ku bandora herî mezin li min kir hevala Mizgîn (Hozan Mizgîn-Gûrbet Aydin) e. Hevala Mizgîn yek ji hevrêyên herî bi bandor ên li nava malbata min bû. Kesayetiya wê gelekî bandor li min kir. Ji ber ku bi berpirsyarî nêzî karên xwe dibû û serketî dibû. Bi van taybetmendiyên xwe ji bo her kesî dibû cihê baweriyê. Bi taybetî li her derê bandor dikir. Miroveke ewçend bi bandor bû ku her kes li dora xwe kom dikir. Ez jî ketim bin bandora wê. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bûm, cara yekemîn tevlî çalakiyeke bîranîna wê bûm. Wê rojê hestên cuda bi min re peyda bûn. Bi hesreteke mezin wê kêlî bi kêlî bi bîr tînim, îradeya wê di dilê xwe de hîs dikim. Rojeke ewçend bi wate bû ku nizanim hestên xwe di vê der barê de çawa binivîsînim. Lê zanim ku hezkirina wê ya ji welêt û nirxên şoreşê re berê min da têkoşîna azadiyê.

Demeke gelekî Kurd bi hevala Mizgîn re mam. Bi taybetî di vê demê de ku em bi hev re man, her şevê radihişt pênûsa xwe dinivîsand. Kûrbûna xwe gelekî xurt bû. Li ser rêxistinê, jiyanê gelek nîqaş dimeşand. Ewçend bi bandor bû ku her kes li dora xwe kom dikir. Weke hevrêya wê soza mezinkirina têkoşînê û meşa li ser rêya wê dubare dikim."