SOHR: Balafirên şer ên Tirk li Babê 72 sivîl kuştin, 21 jê zarok in

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da xuyakirin, ku di encama êrîşên balafirên şer ên Tirk de 72 sivîl li Babê jiyana xwe ji dest dan.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da xuyakirin, ku di encama êrîşên balafirên şer ên Tirk de duh herî kêm 47 sivîl li Babê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî vê saziyê, gelek cesed îro ji binê xirbeyan hatin derxistin û ji tevî birîndarên ji ber nebûna dermên jiyana xwe ji dest dan, hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dane gihîşt 72 kesan.

Tê gotin, di nava sivîlên ji ber êrîşên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan, 21 zarok û 13 jin hene. Her wiha herî kêm 9 malbat bûne hedefa van êrîşan.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê da xuyakirin, êrîşên duh ên hewayî yên balafirên şer ên artêşa Tirk, bûne sedema komkujiya herî mezin a ji dema destwerdana Tirkiyeyê li xaka Sûriyeyê û vir ve.

Li gorî daneyên SOHR'ê, herî kêm 51 ji hêzên 'Mertala Firatê' li rojavayê Babê di encama êrîş û xefikên DAIŞ'ê de hatine kuştin. Di nava miriyan de 16 leşkerên Tirk jî hene.