Li gorî hatin girtin sibe bi tevlîbûna komek parlementer, pêşmergeyên dêrîn, siyasetmedar, kesayetên serbixwe û gelê herêmê ji bo dawî li aloziya Zînî Wertê bê anîn û PDK hêza xwe ji herêmê vekişin wê saet 13:00 meşekê lidar bixin.
Tê payîn ku li Zînê Wertê bang bê kirin ku hêzên leşkerî ji herêmê vekişin.
Têkildarî heman mijarê Hunermend, çalakvanên medenî, siyasetmedaran ên ji Rojnewsê re axivîn bang li herkesî kirin ku tevlî meşê bibin.
Hunermend Kara Mihemed diyar kir ku, ji ber rewşa metirsîdar ya li Zînî Wertê wan li seranserê başurê Kurdistanê kampanyayek ya nerazîbûna hunermendan destpêkiriye û got: “Erkekî exlaqî ya hûnermendane ku şerê navxweyî qebul nekin û naxwazin cudahî bikeve nava axa Kurdistanê.”
Hunermend Kara Mihemed bang li hunermend û herkesî kir ku sibê di saet 13:00’an de beşdarî meşê bibin da ku rê li pêş rewşa heyî ku wê bibe sedema şerê birakujî bigirin.
Mamosta Aso Kusarî yê ji Ranya jî diyar kir ku ew li bendê ne ku xelkê herêmê bi girseyî beşdarî meşa sibê be. Kusarî bang li gelê herêmê kir ku beşdarî meşê bibin û got: “Wê gelek kesên wek endamên parlemenê, kesayetên navdar yên ji bajarê Silêmaniyê, Kelar, Helebce û Kerkûkê wê beşdarî meşê bibin û piştgiriya xwe ya ji bo gelê herêmê nîşan bidin.”
Mamostayê Zankoyê Aram Qadir jî banga tevlêbûna meşê kir û got: “Ji bo aşitî û ewlehiya li herêmê bê parastin divê herkes beşdarî meşê bibe.”