Şervanên Xezeba Firatê: Em ê bi teqezî dawî li dagirkeriya DAIŞ’ê bînin
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê destnîşankirin ku Pêngava Azadkirina Reqayê bi serketî didome. Şervanan hişyarî dane sivîlan ku ji qadên şer xwe dûr bigirin.
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê destnîşankirin ku Pêngava Azadkirina Reqayê bi serketî didome. Şervanan hişyarî dane sivîlan ku ji qadên şer xwe dûr bigirin.
Şervanê Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê Gîvara Qeremox diyar kir ku Pêngava Azadkirina Reqqayê bi daxwaza gelê Reqayê dane destpêkirin.
Gîvara Qeremox gelê hişyarî da gelê Reqqayê ku ji qadên ku çeteyên DAIŞ’ê lê ne, xwe dûr bigirin û diyar kir, pêngava duyemîn a 5’ê Mijdarê a Xezeba Firatê bi awayekî serkeftî didome.
Qeremox diyar kir, pêngav wê jiyana azad û rojên azad ên ku gelê Reqqayê li bendê ye, pêk bîne, got, di nêz de li Reqqayê wê dawî li dagirkeriya DAIŞ’ê bînin.
Qeremox diyar kir, di dema pêngavê de, şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê amade ne ku her cure berpirsyarê bi cih bînin, ji bo gelê Reqqayê ji hovîtiya çeteyan rizgar bikin, bi moral û baweriyeke mezin bi pêş ve diçin.
Qeremox diyar kir hedefa wan a sereke ew e ku sivîl bi ti awayî zirarê nebînin û xwest, heta ku ew sivîlan veguhezînin qada ewle, heta ji wan were bila sivîl xwe biparêzin.
Qeremox di dawiya axaftina xwe de hiişyarî da gel ku ew xwe ji qada şer dûr bigirin. Diyar kir ku gelê Reqqayê bi kêfxweşiyeke mezin wan pêşwazî dike û bila ti gumana wan nebe, ew ê alîkariyê bidine wan.
‘SERKETIN WÊ YA QSD’Ê BE’
Şervanê Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, yê bi navê Masîro jî got, ‘’Em bi mebesta ku hemû Sûriyê ji DAIŞ’ê û ji çeteyên hevşibên wê paqij bikin şer dikin’’ û bi berdewamî diyar kir, bi mebesta ku gelê Sûriyê ji dagirkeriya çeteyan, ji bin zexta wan rizgar bikin, ew ê têkoşîna berxwedanê bidin û serkeftin bi teqezî wê ya QSD’ê be.
Masîro diyar kir, di pêngava duyemîn a Xezeba Firatê ku ji du milan ve dest pê kiriye, heta niha bi dehan gund, mezrik û girên stratejîk azad kirine û bal kişande ser wê ku çeteyên DAIŞ’ê gelek mayinan datînin.
Masîro diyar kir çeteyên DAIŞ’ê dixwazin li pêş pêşketina şervanên QSD’ê li ber xwe bdiin lê nikarin, bi berdewamî diyar kir, hetanî niha wan bi dehan çete kuştin, gelek ji wan êsîr hatine girtin û şerê giran ketiye derdora Bendava Tabkayê de.
HIŞYARÎ, SPASÎ Û BANG
Masîro got, ‘’Ev pêngava dîrokî ji bo ku xwîşk û biratiya gelan dinimîne û destekê dide sîstema federal, wê derbeke mezin li çeteyên DAIŞ’ê were xistin û dawî li xîlafetê were anîn’’
Masîro diyar kir, gelê Reqqayê, heta ku ew wan ji destê çeteyan rizgar bikin, bila xwe ji qada ku çete lê ne, dûr bigirin. Masîro diyar kir, ji bo ku gelê Reqqayê û êlên Reqqayê di pêvajoya pêngavê de alîkarî dane şervanên QSD’ê û bi germî ew pêşwazî kirine, malovanî li wan kir.
Masîro xwest ku gelê Reqqayê heta ku pêngav biçe serî alîkariyê bi wan re bikin û got, ‘’Em ji her kesî dixwazin heta ku Reqqa ji çeteyan were paqijkirin alîkariyê bi me re bikin’’