BI DÎMEN

Şehîdên Qereçoxê tên definkirin

Cenazeyên 14 şervanên ku di encama bomberdûmana balafirên şer ên di 25’ê Nîsanê de şehîd bibûn li Dêrikê tên definkirin.

Karwanên şehîdên YPG/YPJ′ê ku 25′ê Nîsanê di Encama bombebarana balafirên dewleta Tirk a li ser herêma Qereçox de şehîd bibûn, gihîşt Goristana Şehîd Xebat Dêrik a li bajarê Dêrikê. Merasîma oxirkirnê bi deqeyek rêzkirtinê destpê kir.

Piştre li ser navê Fermandariya YPJ′ê Sozdar Dêrik axivî û wiha got: ″Ev êrîş biryara me xurtir dike, em ê heta dawî vê biryariya xwe raber bikin. Careke din em dibêjin kesên ku îdîa dikin ku ew destek didin YPG′ê, pêwîste êdî helwesta xwe zelal bike.″

Sozdar diyar kir ku bila ti însaniyet û ti welat vê yekê qebûl neke û wiha anî ziman: ″Em ê dîsa bi hevalên xwe re bin û şopdarên wan bin. Em soz didin ku em ê ala ku wan xwestî, li her derê bilind bikin. Qereçox û Şengal vala nebûne, Şehîd namirin, şehîd namirin, şehîd namirin.″

Fermandarê YPG′ê Hesen Qamişlo jî axivî û sersaxî ji hemû gelê Kurd re xwest û got: ″Qonaxa ku em têre derbas dibin pir hestyar e. Em niha şerê çeteyên hov dikin. Em vê êrîşa hovane ya dewleta Tirk ku bi hevkariya îxanetkaran pêk hat, bê bersiv nahêlin. Li ser vî esasî, di dema ku şervanên Azadiyê berê xwe dane Reqayê û êdî çete ber bi dawiyê ve diçin, dewleta Tirk êrîşî Qereçox kir û bi vê yekê destek dide çeteyên DAIŞ′ê. Her çiqas êrîş li ser şervanên azadiyê werin, vîna me naşike.

 Hesen daxwaz ji hêzên navneteweyî kir ku li hember êrîş û destwerdanên AKP′ê, helwesta xwe zelal bike û wiha pêde çû: ″Pêwîste koalîsyona navneteweyî (di serî de Amerîka) ku dibêjin em hevkarên YPG′ê ne, helwesta xwe zelal bike. Şerê ku li vir tê meşandin, şerê rûmetê ye. Em hêza xwe ji şehîdan û gelê xwe digirin. Em şerê li dijî terorê nasekinînin, lê bila koalîsyona navneteweyî helwest diyar bike, da ku em jî li gorî wê, tedbîrên xwe bigirin.″