Şehîdên Qereçoxê Dîndar û Nêçîrvan hatin definkirin

Welatiyên bajarê Serêkaniyê şehîdên YPG’ê Dîndar û Nêçîrvan ên ku di encam bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a li ser Qerçox a Rojava de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Rustem Cûdî definkirin.

Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyî û gundewarên wê cenazeyên şervanên YPG′ê Nebo Silêman Nebo (Dîndar Gur) û Ferec Çirêq (Nêçîrvan) ên ku di bombebarana belafirên dewleta Tirk ên li ser herêma Qereçox de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya 10 km dikeve rojavayê bajarê Dirbêsiyê, bi merasîmekê definkirin.

Li goristanê piştî ku deqeyek rêz hat girtin, li ser navê Meclisa Malbatîn Şehîdan ya bajarê Serêkaniyê Ebd El-Rizaq Ehmed axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst planên qirêj li ser Rojavayê Kurdistanê dide meşandin û got: ″Tevî êrîşên dewleta Tirk, em ê şehîdên xwe oxir bikin.”

Her wiha li ser navê YPG/YPJ′ê Bahoz Serêkaniyê jî axivî, diyar kir ku ew ê berxwedana xwe bidomînin û tola şehîdên xwe hildin. Bazoz wiha got: ″Dewleta Tirk ya dagirker bi êrîş û destwerdanên xwe, nikare hêza me lawaz bike û vîna me bişikîne. Em soza şopandina rêya şehîdên xwe didin.”

Malbatên herdu cangoriyan jî soza şapandina rêya zarokên xwe dan.

Piştre jî nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin definkirin.