Şehîdên Qereçoxê bi merasîmekî heybet ve hatin veşartin

Cenazeyên 14 şervanên ku di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a di 25’ê Nîsanê de şehîd bibûn, li Dêrikê hatin veşartin.

Karwanên şehîdên YPG/YPJ′ê ku 25′ê Nîsanê di Encama bombebarana balafirên dewleta Tirk a li ser herêma Qereçox de şehîd bibûn, gihîşt Goristana Şehîd Xebat Dêrik a li bajarê Dêrikê. Merasîma oxirkirnê bi deqeyek rêzkirtinê destpê kir.

Di berdewama merasîmê de, piştî axaftina fermandaran, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Federaliya Demokratîk Foza Yûsif axivî û wiha got: ″Di kesayeta van hevalan, pêşmergeyên ku di êrîşê de şehîd bûn û hemû cangoriyên azadiyê, em soza domandina berxwedanê didin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê îro demokrasiya mirovahiyê û azadiya jinê roj bi roj pêş dixîne û ji bo hêzên faşîst ên wekî Erdogan û DAIŞ′ê, bûye kabûs. Lewma bi vî awayî êrîş dikin. Ev êrîş nîşaneya tirsê ye. Projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ku Erdogan xistiye nava tirseke mezin, wê bidome û wê gelê herêmê bi hev re jiyaneke azad bijî. Êrîş çiqas dibin bila bibin, em natirsin. Gelê li vê axê êdî biryara azadiyê daye û kefenê mirinê çiradine. Kes nikare me vegerîne koletiyê.″

 Hediye ev bang li kesên ku dibêjin ev êrîş li dijî PKK′ê pêk hatiye, kir: ″Em di hizûra şehîdan de dibêjin, dijminê me ferq nexist nava me û başûr. Ji bo dewleta Tirk qetilkirina kurdan hela e, lewma Kurdên xafil ê dibêjin tenê Şengal û Rojava hedefe, bila şiyar bibin. Ev êrîş qedera hemû Kurdan kirine hedef. Ey xafilno çavên xwe vekin. Em amade ne ku ji bo azadiyê, hemû rengên fedaytiyê bikin. Em ê Federasyona gelan ava bikin û li tevahiyê Sûriyeyê jiyaneke laqiyî van şehîdan bafirînin.″

Her wiha li ser navê Koordînesyona Rojavayê Kurdistanê, Serokê Desteya Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim jî axivî, sersaxî ji hemû mirovahiyê re dixwest û got: ″Em nikarin li hember şehîdan tiştekî bêjin, em ê rêya wan bişopînin.″

Ji Pêkhateya Sûryan jî Efram Îbrahîm axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û got: ″Bi saya serkeftinên ku şervanên azadiyê bidest xistine, alên Suryan, Ereb û Kurdan li vir li ba dibin.″

Piştre li ser navê pêkhateya Ereb Hisên El-Elî jî wiha got: ″Ez kombûna hemû pêkhateyên herêmê ji bo şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk, pîroz dibînim. Ev têkiliya herî xurt ya xwînê ye, xwîna me bi hev re rijiya. Em soza tolhildanê didin gelê xwe û hemû şehîdan. Em serkeftinê ji şervanên xwe re dixwazin.

Piştî axaftinan, nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şervanan bidirûşma “Şehîd Namirin” û tilîliyan ve hatin veşarin.