Sedema fikarên YNK û PKK'ê ya ji ber Zînî Werteyê

Piştî PDK’ê hêz li Zînî Wertê bi cih kir, YNK û PKK’ê fikarên hişk nîşan dan.

Piştî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hêz li navçeya Zînî Wertê bi cih kir, Yekitiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi çend daxuyaniyanên hişk fikara xwe anîn ziman. Têkildarî vê mijarê çend sedem hene.

FIKARÊN YNK’Ê JI BER ÇI YE?

  1. Di şerê navxweyî yê di navbera YNK û PDK’ê de, xelkê dola Şawrê û Wertê gelek qurbaniyan dan û gelek xwîn di nava rêzên YNK’ê ya li dijî PDK’ê de dane rijandin. Ji ber vê jî welatiyên wê deverê li beramberî PDK’ê hestyar in.
  2. Xelkên wê navçeyê ku PDK’ê dest daniye ser, piraniya wan jî alîgirên YNK’ê ne û ji PDK’ê bi fikar in.
  3. Piştî ku PDK’ê hêzên xwe li Zînî Wertê bi cih kir, yekem karê ku hatî kirin rêgirtina kadroyên YNK’ê bûn. Her wiha pêşîlêgirtina girseyên alîgirên YNK’ê yên ku ji bo çûyina nav rez û baxên xwe bû. Ev jî bû sedem ku fikar û alozî zêdetir bibin.
  4.  PDK’ê bi girtina wê navçeyê ya ji desthilata YNK’ê tenê di wê çarçoveyê de namîne, dibe ku PDK bi wê gavê  bi temamî devera dola Şawrê û Wertê têxe bin desthilatdariya xwe. Di rastiyê de jî dikevin nav çarçoveya sînorê YNK’ê.
  5. Di heman demê de ew gava PDK’ê weke ceribandineke rêveberiyekî nû ya YNK’ê dinirxîne û îradeyê diceribîne. Vê yekê dide diyarkirin ku wê YNK çiqas li beramberî pêşveçûnên PDK’ê bibe xwedî helwest.
  6. Bêgûman ne tenê YNK dibe ku PKK jî ji bo wê rewşê fikarên xwe nîşan dabe, ji bo wê jî çend sedem hene ku PKK jî bi fikar be.

SEDEMÊN FIKARÊ PKK’Ê ÇI NE?

  1. Zînî Wertê li ser rêya di navbera çiyayê Karox û Qendîlê de ye, bi danîna wê benda leşkerî ya PDK’ê çiyayê Qendîl û Karox ji hev tên qutkirin.
  2. Di heman demê de ew navçe dikeve nêzîkî Herêma Parastina Medyayê, her wiha metirsî li ser navçeyên di bin destê parastina gerîlayan de çêdibe.
  3. PKK vê yekê dizane ku bicihbûna PDK’ê bi wateya desthilatdariya Tirkiyeyê ya li navçeyê dibîne, ji ber ku PDK bi Tirkiyeyê re tevdigere.
  4. Bicihbûna hêzên PDK’ê ya li Zînî Wertê ji bo PKK’ê tê wateya şer. Ev yek jî bi xwesteka PKK’ê nayê ji ber ku dirûşmeya sereke ya PKK’ê ev e ku Kongreya Netewî were lidarxistin lê PDK bi van gavan şerê li dijî PKK’ê ragihandiye.