Meclîsa Avakar ya Êzîdiyên Şengalê, Meclîsa Ciwanên Şengalê, PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan) , TAJÊ (Tevgera Azadiya Jinên Şengalê) li ser daxuyaniya Nêçirvan Barzanî ya têkildarî hebûna PKK’ê ya Şengalê daxuyaniyeke hevpar dan û diyarkirin ku daxuyaniya Nêçirvan Barzanî di xizmeta Şengalê û civaka Êzîdî de nîne. Saziyan destnîşan kirin, ku ev daxuyanî xizmetê ji DAIŞ’ê û dijminên civaka Êzîdî re dike.
Di daxuyaniya hevpar a PADÊ, TAJÊ, Meclîsa Avaker a Êzîdiyên Şengalê, Meclîsa Ciwanên Şengalê de wiha hate gotin:
"Bi êrîşa ku di 3'ê Tebaxê de ji aliyê ceteyên DAIŞ'ê û hevkarên wê ve li ser civaka Êzidî pêk hat, hêzên ku bi erka xwe ya parastina Şengalê ranebûn, bûn sebeb ku bi sedan mirov bi awayekî hovane werin qetilkirin, bi hezaran keç û jin dîl werin girtin, li bazaran bên firotin û bi sedhezaran neçarî koçberiyê bibin. Di pevajoyeke wiha de ku ti hez ji bo pêşî li wê karesatê bigire û bi hawara gel ve were li holê nebû. Gerîlayên PKK’ê bi destwerdaneke dîrokî û bi îmkanên herî kêm pêşî li komkujiyên hîn mezintir girtin. Ji aliyekî ve civaka Êzidî bi rêya koorîdoreke mirovî re derbasî rojava kirin, ji aliyê din ve jî Êzidiyên li çiyayê Şengalê man, heta roja îro bi gelek berdelên giran parastin."
'LI ŞÛNA KU PDK VÊ PÊŞKETINÊ SILAV BIKE…"
Di daxuyaniya Hevpar de bal hate kişandin ser rola PKK’ê ya pêşîgirtina li fermanê û û hate gotin, "Li şûna ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê û PDK van pêşketinan silav bikin û bi her hawî di şerê dijî DAIŞ’ê de ku hê berdewam dike, alîkar bin, helwestê li dijî ewlekarî û îradeya gelê me nîşan dide."
'GOTINÊN BARZANÎ XIZMETA DAIŞ'Ê DIKIN'
Di daxuyaniya hevpar de li dijî gotinên Nêçirvan Barzanî ku digot, "Hebûna PKK’ê ya li Şengalê dibe sedem ku civaka Êzidî li Şengalê venegere" hate gotin, "Ambargoya ku PDK ji her milî ve li ser Şengalê dimeşîne, li pêşiya vegera civaka Êzidî ya li ser war xwe û avakirina Şengalê dibe asteng. Bi vî awayî jî siyaseta xwe ya bi mebesta valakirina Şengalê eşkere dikin. Em hêvî dikin ku PDK û Barzanî dev ji destwerdana kar û barên Êzidiyan û Şengalê yên bi vî rengî berdin, zêdetir bi çareseriya pirsgirêk û krîzên navxweyî yên Herêmê re mijûl bibin. Ji ber ku Şengal ji hêla îdarî û qanûnî ve hê jî girêdayî Iraqê ye."
Bi berdewamî di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Daxuyaniya Nêçirvan Barzanî a der barê hebûna PKK’ê ya li Şengalê ji berjewendiyên civaka Êzidî zêdetir dikeve xizmeta DAIŞ û dijminê civaka me. Ji ber ku hêza yekane ya ku di rojên herî giran ê fermanê de li kêleka gelê me bû, em parastin û hîn jî di mijara parastinê de roleke esasî dileyîze PKK bû. Daxuyanî û nêzikatiyên bi vî rengî têkoşîna li dijî terora DAIŞ’ê lawaz dike, pêşî li tifaq û yekbûna civaka me digire, dibe sebeba ku rizgarkirina mirovên me yên di destên çeteyên DAIŞ'ê de asteng bibe.
'ÇIMA BARZANÎ DI FERMANÊ DE EM TENÊ HIŞTIN?'
Eger rast e ku em weke civaka Êzidî û Şengal ji PDK’ê û Nêçirvan Barzanî re ew qasî girîng in çima di roja fermanê de ku pêwîstiya me herî zêde bi parastinê hebû em di nav agirê çeteyan de bi tenê hiştin û Şengal vala kirin. Di şûna ku der barê vê pêvajoyê de lêborîn ji gel bê xwestin û berpirsên PDK’ê li Şengalê ku erkên xwe yên parastinê bi cih neanîbûn bêne dadgehkirin û darizandin, berevajî wê ew kesane hatin xelatkirin û niha bi berpirsiyartiyên hîn mezintir hatine erkdarkirin.
Wê Jinên Êz,dî bi rêxistinên xwe yên leşkerî û siyasi careke din firsendê nedin komkujiyeke bi vî rengî û wê ji PDK’ê û Barzanî hesab bêne xwestin û sucdar û berpirsiyar jî wê bêne darizandin."
BANGA ALÎKARIYÊ
Di daxuyaniya hevpar de herî dawî hate gotin ji bo ku Şengal dîsa were avakirin û civaka Êzidî li şûnwarê xwe vegere, ew bang li gelê xwe û hemû alîgirên mirovahiyê û demokrasiyê dikin ku li doza wan xwedî derbikevin û li dijî siyaset û lîstikên ku ne di berjewendiya civaka wan û ne di berjewendiya biratiya gelan de ne, bêdeng nemînin.