Rûniştina Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê hate kirin

Di rûniştina Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de nekarîn xwe bigihînin dozgerê berê Adem Kûl. Rûniştin hate taloqkirin.

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di 29'ê Cotmeha 1995'an û 8'ê Adara 1996'an de 3 jê zarok 8 kes hatibûn destgîrkirin û hatibûn windakirin. Piştî bûyerê derbarê çawîşê pispor Bilal Batir û fermandarê qereqolê jî di nav de der barê 18 kesan ku bi îdiaya "kuştina taammud" de doz hatibû vekirin. Doza di cemaweriyê de wekî "JÎTEM'a Kerboranê" tê zanîn, di 30'ê Cotmeha 2014'an de dest pê kiribû. Danişin îro li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê hat dîtin.

Abdûlazîz Altinkaynak, Omer Coşkûn, Abdûlkerîm Kaya, Osaman Seyban, Abmet Akyol ên xizmên xwe winda kirin û parêzerên wan Erdal Kûzû û Azîz Turk beşdarî danişînê bûn.

Danişînê bi xwendina nişeya ku adresa Serdozgeriya Komarê Adem Kûl nehatiye dîtin dest pê kir. Dûre, bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfadeya şahid Arîf Topçû, Mûhammed Demîrel û Ahmet Çîçek ên wê demê leşker bûn hatin girtin. Her sê şahidan jî, mîna bersûc îfade dan. Dûre gazinkeran îfadeyên xwe yên berê dubare kirin û ji bo bersûcan ceza xwestin. Parêzerên gazinkeran jî, daxwaz kirin ku adresa dozger bê tespîtkirin û ji bo vê nivîs ji Teşkîlata Îstîxbaratê ya Mîllî (MÎT) re bê şandin.

Şandeya dadgehê piştî navberê daxwazên tespîtkirina adresa dozger Adem Kûl red kir û ji bo amadekirina mutalayê, biryar da ku dosyayê ji dozgerek din re bê şandin. Dadgehê danişîn taloqî 29’ê Hezîranê kir.