Rojnamevanên li Kerkûkê nerazîbûn nîşanî biryara Eutelsatê dan

Rojnamevanên li Kerkûkê, nerazîbûn nîşanî biryara Eutelsatê ya ji bo girtina qenalên televîzyonên Kurdî da.

Rojnamevanên li Kerkûkê, nerazîbûn nîşanî biryara Eutelsatê ya ji bo girtina qenalên televîzyonên Kurdî da. Rojnamevanan diyar kirin, ku hewl tê dayîn dengê Kurdan bê birîn û bang kirin, ku li dijî vê biryarê di asta navneteweyî de kampanyayeke bê meşandin.

Rojnamevanên ji Kerkûkê ragihandin, şîrketa Eutelsatê li ser daxwaza Tirkiyeyê biryara betalkirina weşana qenalên Stêrk TV, Ronahî TV û News Channelê dane  û destnîşan kirin, ku ev yek derbeke mezin e li azadiya çapemeniyê hatiye xistin.

XERÎB: TÊ WATEYA HEVKARIYA BI DAGIRKERAN RE

Berpirsyarê Kerkûkê yê Kurd-Satê Omer Xerîb, ku ji salên 1990'î û vir ve rojnamevaniyê li Başûrê Kurdistanê dike, anî ziman ku ev biryar xizmetê ji dijminên gelê Kurd re dike. Xerîb got, "Ev biryar daxwaza dijminên gelê Kurd e. Weke rojnamevanekî dikarim vê bêjim; girtina van qenalan hiqûqî nîne. Li ser daxwaza dagirkeran tê kirin."

Xerîb diyar kir, li dijî bêdengkirina qenalên televîzyonê pêwîstî bi kampanyayeke berfireh heye û got, "Di serî de hikumeta Başûrê Kurdistanê û Wezareta Çandê, divê li dijî girtina van qenalan li qada navneteweyî kampanyayekê bidin destpêkrin. Her sê qenal jî dengê Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê ragidihîne ji cîhanê re. Lewma êrîşa li dijî van qenalan tê wateya hevkariya bi dagirkeran re."

FARIS: EM BIRYARÊ QEBÛL NAKIN

Rojnamevan Hawar Faris jî destnîşan kir, ku ew biryarê qebûl nakin û wiha dewam kir: "Weke rojnamevanên li Başûrê Kurdistanê, em girtina van her sê qenalên ku hewl didin bibin dengê her kesî, qebûl nakin. Ev her sê qenal, tevî nîşandana çanda Kurdan, her wiha ji bo bibin dengê jin û ciwanan, polîtîkayeke baş a weşanê dimeşînin. Pêwîste hikumeta Başûrê Kurdistanê jî di vî warî de kampanyayeke berfireh bimeşîne. Dewleat Tirk bi girtina van qenalên televîzyonê re dixwaze dengê Kurdan bibire."

KERKÛKÎ: LI PÊŞIYA EUTELSATÊ ÎMTIHANEKE MEZIN HEYE

Rojnamevan Hesîp Kerkûkî anî ziman, di mijara azadiya îfadeyê û çapemeniyê de îmtihaneke mezin û dîrokî li pêşiya şîrketa Eutelsatê ye û got, "Eger lêkolîneke biçûk jî bikin, wê bibînin bê kî alîgirê terorê ye û kî propaganda terorê dike. Ev şîrket divê biryara xwe careke din di ber çavan re derbas bike. Ev qenal hewl didin bibin dengê gelekî ku nifûsa xwe 40-50 mîlyon e. Lewma di mijara azadiya çapemeniyê de îmtihaneke dîrokî li pêşiya şîrketa Eutelsatê ye."

MISTEFA: DIXWZIN DENGÊ KURDAN BIBIRIN

Rojnamevan Hewkar Mistefa ragihand, dewleta Tirk bi girtina Stêrk, Ronahî û News Channel bi rêya Eutelsatê re dixwaze komkujiyên li Kurdistanê dike ji cîhanê veşêre. Mistefa diyar kir, dewleta Tirk her roj bi senaryoyeke nû derdikeve pêşiya Kurdan û wiha dewam kir: "Xuya ye şîrketa li gorî vê biryara dewleta Tirk tevdigere, hin hevkariyên xwe bi AKP'ê re hene. Lê belê girtina van qenalan, li dijî hemû peyamên navneteweyî û mafên mirovan e. Tê wateya derbeke mezin ku li azadiyê ketiye. Dewleta Tirk ku par bajarên Kurdan xera kir, bi hezaran mirov kuşt, niha jî dixwaze televîzyonên ku ev yek ji cîhanê re ragihandin, bigire. Ev hewldan ji bo birîna dengê Kurdan e."

OMER: DIVÊ LI QADA NAVNETEWEYÎ KAMPANYA BÊ MEŞANDIN

Rojnamevan Mihyedîn Omer jî li dijî hewldanên bêdengkirina Kurdan bang li hemû rewşenbîr, rojnamevan û demokratan kir ku tevneke piştgiriyê li qada navneteweyî bihûnin û got, "Tenê ev qenalên gelê me yê li Bakurê Kurdistanê dijî heye. Dengê xwe bi rêya van qenalan didin bihîstin. Divê her kesl i dijî vê hewldana girtinê bikeve nava tevgerê û ji bo ev planên qirêj bi ser nekevin, hewl bidin."