Rojnamevanên Kurdistanî ji bo ‘Rojava’ bang kirin

Rojnamevanên Kurdistanî li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk bang li gelan, serokwezîrên dewletan û parlementoyan kirin.

Bi dehan rojnamevanên Kurdistanî, li dijî êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk a li ser Rojavaji bo gelan, dewleta û serokwezîrrên hikûmet û endamên parlementoyan name nivîsandin.

Rojnamevanan di nameyê de gotin ku sivîl, rojnamevan û yên li dijî DAÎŞ’ê şer kirin dimirin û got: “Rojnamevanên serbixwe ragihandin ku artêşa Tirk bombeyên fosfor ên li gorî peymana navneteweyî û qedexekirî ne bikar aniye.

Di nameyê de hate bibîr xistin ku li gel êrîşên dewleta Tirk re DAÎŞ ji nû ve xwe zindî dibe û nerazîbûn nîşanî polîtîkayên DYE’yê ya ku êrîş erê kiriye.

Rojnamevanan li ser bê ka çi pêwîste bê kirin jî ev got: “Divê qada esmanî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li balafirên şer bên qedexekirin; ji bo artêşa Tirk û çeteyên wê ji xaka ku dagir kiriye derbikevin di vê di asta NY û NATO’yê de hewldan bên kirin. Divê Rêveberiya Xweser bê nasîn, Divê Kurd bê xistina nava pêvajoya aştiyê ya li Sûrieyê û gav bên avêtin.”