Yekîtiya Ragihandina Azad a Kantona Efrînê di derbarê êrîş û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevan û navendên ragihandinê yên Rojava û Şengalê, daxuyaniyek da. Daxuyanî bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî hate xwedin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ″Hedef kirina navendên ragihandinê ji aliyê dewleta Tirk ve, hovîtiya wê ya li dijî dengê rastiyê nîşan dide. Wek Rojnamevanên Kantona Efrînê, em vê yekê bi tundî şermezar dikin û bang li rêxistinên navneteweyî, komeleyên mafên mirovan û sandîkayên rojnamevanan ên navneteweyî û herêmî dikin ku li dijî van êrîşan, bêdeng nemînin.″
Daxuyanî bi dirûşma “Şehîd Namirin” ve bi dawî bû.