Rojnamevanên Şengalê xwestin Silêman Ehmed bê berdan

Endamên Ragihandina Azad a Şengalê diyar kirin ku PDK bi girtin, qetilkirina rojnamevnan nikare ragihandina azad bêdeng bike û xwestin, rojnamevan Silêman Ehmed bê berdan.

Endamên Ragihandina Azad a Şengalê bi daxuyaniyek çapemeniyê girtina rojnamevan Silêman Ehmed şermezarkirin û gotin: “PDK guh nade bangên dezgehên ragihandinê û rojnamevanan yên ji bo serbest berdana rojnamevan Silêman Ehmed. Em bang li dezgehên ragihandinê yên Iraqê, nûnertiya NY û saziyên parastina mafê rojnamevanan dikin, erka xwe bicîh bînin, ji bo serbest berdana Silêman Ehmed bikevin tevgerê.”

Duh li navenda Şengalê bi beşdariya gelek Endamên Ragihandina Azad a Şengalê têkildarî revandin û girtina edîtorê servîsa Erebî ya ajansa ROJNEWS’ê Silêman Ehmed daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Argeş Şengalî ve hate xwendin. Di serî de revandin û girtina Silêman Ehmed hate şermezrakirin û peyama piştgiriyê ji bo ajansa Rojnewsê hate dayîn.

BINPÊKIRIN ROJ BI ROJ ZÊDETIR DIBIN

Di destpêka daxuyaniyê de hat diyar kirin ku binpêkirinên azadiya fikir û rojnamevanî li Herêma Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibe û wiha hate gotin, “Girtîgehên Hewlêr û Dihokê tijî bûne bi rewşenbîr, azadîxwaz, welatparêz û rojnamevanên Kurd. Desthilatdar ji bo pêkanînên xwe yên ne rewa, dij demokratîk veşêrin, destpêkê hewl didin ragihandina azad û rexnegir bêdeng bikin. PDK Behdînan û Hewlêrê bi temamî ji dezgehên ragihandinê yên li gorî pîvanên welatparêziyê kar dikin, azad û rexnegirin re girtiye, tenê rê dide yên li gorî berjewendiyên wê weşanê dikin.”

‘GELEK ROJNAMEVAN LI HERÊMÊN DI BIN KONTROLA PDK’Ê DE HATIN QETILKIRIN’

Di daxuyaniyê de, hate destnîşan kirin ku gelek rojnamevan li herêmên di bin kontrola PDK’ê de hatine qetilkirin û wiha hate gotin, “Rojnamevan Soran Mame, Serdeşt Osman, Şûkrî Zeynedîn û Wedat Hisên li Dihok û Hewlêrê hatine qetilkirin, Nûjiyan Erhan jî li Şengalê bi destê wan hate şehîd xistin. Herî dawî hevrêyê me yê rojnamevan Silêman Ehmed yê xelkê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ku edîtorê servîsa Erebî ya ajansa Rojnews’ê bû, dema ji bo şîna bavê xwe di 1’ê Cotmehê de serdana Helebê kir û 25’ê Cotmehê xwest di deriyê Sêmalka re vegere ser karê xwe, ji aliyê PDK’ê ve hate revandin. Tevî bangawaziya beşeke zêde ya sazî û dezgenên ragihandinê yên Herêma Kurdistanê, Rêveberî û ragihandina Rojavayê Kurdistanê, dezgehên ragihandinê yên biyanî û Iraqî di dîl girtina wî de israr dike û guhê xwe ji hemû bangawaziyan re girtiye.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Dayîka Silêman Ehmed ku êşa wê hîn taze bû, tevî gelek caran bang li desthilatdariya PDK’ê dike jî, xwe li beramber dengê dayîkê kerr û lal dikin. Lê PDK destûrê dide, ragihandinên dijmin ên ji gelê wî re dibêjin, ‘teror’ û heqaretê lê dike. Em weke ragihandkarên Êzidî yên Şengalê ev zilma PDK’ê ya li Herêma Kurdistanê li dijî hempîşeyên me û bi taybet jî li hevrêyê Silêman Ehmed dike, şermezar dikin. Ew ê bi qetilkirin, girtin û revandina rojnamevanan nekarin ragihandina azad bêdeng bikin û rastiyan veşêrin. Ya PDK li hevrêyê me Silêman Ehmed, dayîka wê ya êşkişandî û ajansa Rojnews’ê dike, zilm û bêrehmiye. Ev nakeve nava ti pîvaneke mirovî û wijdanî.

Em careke din dibêjin, hevrêyê me Silêman Ehmed û Rojnews ne bi tenê ne. Em ê bi kamera û pênûsa xwe berdewambin di gotina rastiyan û xizmetkirina ji gel re. Ev pêkanînên dij demokratîk yên PDK’ê wê dawî li desthilata wê bîne û çiqas hewl bide rastiyê veşêre jî wê nekare. Di serî de ji bo hevrêyê me Silêman Ehmed, em banga serbest berdana hemû hempîşe û azadîxwazên li girtîgehên PDK’ê de dikin.”