Rojnamevanê Kurd Kaya hate bîranîn

Rojnamevanê Kurd Kadrî Kaya li ser gora xwe hate bîranîn. Polîsên Tirk xwestin pêşî li bîranînê bigirin.

Damezrînerê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi biryarnameyê hate girtin û Nûnerê ajansê yê Amedê Kadrî Kaya (Mamoste) di salvegera duyemîn de li ser gora xwe hate bîranîn. Tevî malbata Kaya her wiha rêveber û endamên Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, hevalên wî yên kar xwestin tevlî merasîmê bibin, lê belê polîsan deriyên Goristana Yenîkoyê girtin û nehiştin.

Polîsan nehiştin ku gel tevlî merasîma li goristanê bibe û hiştin ku tenê 10 kes û rojnamevan ji bo şopandinê beşdarî merasîmê bibin.

Hevserokê Rojnamevanên Dîcle Firatê Serdar Altan got, "Bu sala duyemîn ku Mamoste Kadrî ji nava me çû. Mirovekî serketî bû, gelek stajyerên xwe hebû, gelek rojnamevan perwerde kir, gihand. Em minetdar in ku me ew nas kir û pê re kar kir."

Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê Ayşe Guney jî got, "Mamoste Kadrî kedkarekî me bû ku em hînî gelek tiştan kir. Bi hebûna xwe her wiha bi mîrateya li pey xwe hişt hîn jî me perwerde dike. Em wî bi bîr tînin."

Girseya gel qurnefîl danî ser gora Kadrî Kaya.