BI DÎMEN

Rojhat Germiyanî yê HPG'yî li Kerkûkê hate bîranîn

Komîteya Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê, gerîlayê HPG'ê Rojhat Germiyanî yê li Qendîlê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî li Kerkûkê bi bîr anî.

Gerîlayê HPG'ê Rojhat Germiyanî (Çiya Kemal) ku roja 5'ê Hezîranê li Qendîlê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê Komîteya Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê ve li Kerkûkê hate bîranîn. Nûnerên Tevgera Azadî, gerîlayên HPG'ê, Gencanî Welatparêzî Kurdistan, YNK, Goran, malbat û şêniyên herêmê beşdarî merasîmê bûn.

Hevserokê Tevgera Azadî yê Kerkûkê Newzad Kerkûkî li vir axivî û got, "Di şexsê şehîd Rojhat de ez hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim. Divê ciwan îro ji bo Kurdistanê bixebitin. Li Kurdistanê îro şoreş heye. Vê şoreşê li tevahiya cîhanê deng vedaye. Bingeha vê şoreşê bi keda mezin a Rêber Apo hatiye danîn. Gelê Kurdistanê vê şoreşa ku bi hezaran salan li bendê bû, kêlî bi kêlî dijî. Afirînerên van nirxand, şehîd in."

'ME SOZ DAN E EM Ê BER BI ŞOREŞÊ VE BIMEŞIN'

Li sern avê Gencanî Welatparêzî Kurdistan Ehmed Ebdilwahap axivî û got, "Şehîd Çiya cihê xwe di nava şoreşa Rêber Apo de girt û da dû xewn û xeyalên xwe. Ji bo mezinkirina nirxên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê em ê jî li pey xewn û xeyalên wî bimeşin. Weke hevrêyên Şehîd Çiya em vê sozê didin wî. Em bang li hemû ciwanan dikin ku bidin ser şopa Şehîd Çiya. Soza me ye; em ê bi gavê bi biryar ber bi şoreşê ve bimeşin."

'EM Ê HÊVÎ Û XEYALÊN WAN BI CIH BÎNIN'

Li ser navê Fermandariya HPG'ê ya Kerkûkê Botan Dîren jî got, "Di şexsê Şehîd Rojhat de em soz didin hemû şehîdên Kurdistanê, ku em ê têkoşîna şehîdan heta dawiyê bidomînin. Em ê hêvî û xeyalên wan bi cih bînin. Her şehîdek ji bo me rêberê mezinkirina têkoşîna azadiyê, ronahiya rêya me ne. Îro careke din îspat bû, ku heta li Kurdistanê şehîdên mîna Rojhat, Êrîş, Andok hebin wê mêtînger nikaribin axa Kurdistanê dagir bikin. Mêtîngerên ku Kurdistanê bê xwedî û bê parastin dibînin, di roja îro de ji bo karibin li ser vê axê gavekê bavêjin, bi hezaran carî hesaban dikin. Têkoşîna 40 salî ya PKK'ê îspat kir ku Kurdistan bê xwedî nîne. Mînaka herî teze ya vê yekê jî Kobanê, Şengal û Kerkûk e. Afirînerên me yên herî mezin şehîd û Rêber Apo ne. PKK bi xwedîderketina li bîranîna şehîdan, mezin bû. Em ê bi performanseke mezin Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê mezin bikin, li ser şopa xeyalên wan bin. Di şexsê malbata hevrê Şehîd Rojhat de ez sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazim."

Piştre sînevîzyonek li ser jiyana Rojhat Germiyanî (Çiya Kemal) hate nîşandan û dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Her wiha peyamên gelek sazî û partiyan ên sersaxiyê hatin xwendin. Di merasîmê de hevrêyên Germiyanî helbestên li ser wî^u şehîdên Kurdistanê nivîsandî, xwendin.