ROJEVA 17'Ê TEBAXÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Tebaxa 2019'an.

-Endamê Komîteya Perwerdehiyê ya PKK’ê Orhan Kendal got, mêtingeriyê Kurdistan tenê dagir nekiriye, mêjî jî dagir kirine û diyar kir, PKK, beriya her tiştî ji bo hilweşandina qereqolên di mêjiyên Kurdan de girîngiyeke zêde dide perwedehiyê.

-Vedat Karataş li pira jor a Mêrsînê ku rêya peravê û navenda wê digihîne hev, bi saza xwe stranên Kurdî distre. Bi pira jor re armanca wî yek e; dixwaze yekîtiyê çêbike û newayên Kurdî bi bîr bixe.

-Aydin ê ku digot, ‘’Dema ku çiyayan bînî cihê ku lê dimînî û bijî, wê demê bi gerîla re dimeşî’’, çiya birin odeya xwe  ya biçûk û piştre ber bi çiyayan ve meşiya. Par, li Eyaleta Erzeromê tevlî nav karwanê şehîdan bû.

-Çapemeniya Fînlandiya û Swêdê qirkirina çand, dîrok û xwezayê ya li Heskîfa ku xwedî dîrokekî bi hezaran sal e, kirin rojeva raya giştî.

-Rêxistina ciwanan a Partiya Karkerên Demokratên Sosyal ku hevparê hikûmeta Swêdê ye SSU daxwaz ji hikûmetê kir ku firotina çekan a bi Tirkiyeyê re rawestînin û li dijî êrîşan Rojava biparêzin.