Roboskî: Li dijî zaliman têkoşînê bikin!

Malbatên Roboskiyan, di hefteya 314’an a lêgerîn xwe ya edaletê de li hev civiyan.

Malabatên 34 ciwanên Kurd ên di encama bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê hatibûn qetilkirin di hefteya 314’an a lêgerîna edaletê de dîsa li ser gorê zarokên xwe kom bûn. Li ser navê malbatên ku pankarta wêneyên zarokên wan li ser xuşka Şerafetîn Encû Zîlan Encû daxuyanî da.

Encû spasiya siyasetmedarên ku piştgiriya wan kirin û ew bi tenê nehêlişin, kir û got: “Roboskî ev 314 heftene li heman deverê li windayên xwe digerin. Hê 314 heftene dimirin û zindî dibin.”

Encû destnîşan kir ku tevî hemû zext û çewisandinan ew natirsin û li ser linganin, daxwaza eşkerekirina berpirsan kir.

‘TÊKOŞÎNA ME YA LI DIJÎ ZALIMAN WÊ BIDOME’

Encû ya got: “Em ê hêviya ku ew nekarî tine bikî zindî bikin û lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin” Encû di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Dîrok xwedî bi hezaran nimûnene bê ka em ê çawa li dijî zalim û zilimkaran têkoşînê bikin tejiye. Yên ku li ser van xakan qetlîam kirin wê bi teqez hesabê wê bê xwestin.”

Encû bibîr xist ku wê têkoşîna kifşkirina nasnameya zaliman bidomînin û wiha pêde çû: “Em lêgerîna xwe ya edaletê didomînmin. Roboskî wijdana vî welatî ye. Bi cih hatina edaletê wê erkê wijdanî bicih were. Berovajî wê ev deq tim li ser rûyê vî welatî bimîne.”