'Rîska li girtîgehan mezin dibe, şewb nikare bê kontrolkirin'

Koordînasyona Krîzê ya Herêmê ya Covîd-19 hişyarî da ku eger şewb li girtîgehan belav bibe nikare bê kontrolkirin û xwest, girtî tavilê bên berdan. Koordînasyonê bang li raya giştî jî kir.

Koordînasyona Krîzê ya Herêmê ya Covîd-19 daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser rewşa li girtîgehan.

Di daxuyaniyê de mirina Mûstafa Koçak ê di rojiya mirinê de hate bibîrxistin û hate gotin, "Daxwazên wî bi hêsanî dikarîbûn bi cih bihatina anîn. Desthilatdarî wê di bin vê bêhiqûqî, bêedaletî û êşa ku dide malbatan de bimîne."

HIŞYARIYA 'EGER BELAV BIBE NIKARE BÊ KONTROLKIRIN'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku eger şewb li girtîgehan belav bibe nikare bê kontrolkirin û hate gotin, "Li gelemperiya cîhanê ji ber Covîd-19 li ser girtîgehan heye. Di serî de Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê malbatên girtiyan, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û rêxistinen sivîl û siyasî gelek caran anîn ziman ku divê girtîgeh bên valakirin.

(...) Qanûna înfazê ku weke 'Efûya Çakici' tê naskirin, qanûneke ku bêedaletiyê mezin dike, meşrûiyeta xwe nîne. Bi guhertinekê re mewzûata neteweyî û navneteweyî hate binpêkirin, di ser re çete û tecawizkar hatin berdan. Siyasetmedar, nivîskar û sûcdarên fikrî hatin girtî hatin hiştin û çete hatin berdan. Ev yek jî nîşan dide ku AKP îradeya gel radestî hêzeke mafya dike. Bi taybetî bûyerên li girtîgehên Şakran, Bûca û Bafrayê diqewimin nîşan didin ku fikarên me yên li ser pêvajoya Covîd-19 çiqasî mafdar e.

DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?

Şewb gefê li girtîgehan dixwe. Divê girtiyên nexweş û extiyar bên berdan. Ji bo girtiyên enxweş di nava şert û mercên paqij de bên tedawîkirin divê tavilê bên berdan.

Malzemeyên paqijiyê bi buhayekî bi 2-3 qatî zêdetir tê firotin. Ev yek hem girtî û hikumxwaran hem jî malbatên wan mexdûr dike. Pêwîste di vê pêvajoyê de malzemeyên paqijiyê bi têrkerî û bêpere bên dayin.

Lêgerîna li koxûşan nehiqûqî û ne însanî ye. Divê tavilê dest ji vê ykeê bê berdan.

Zanyar di nava tevdîrên dijî Covîd-19 de balê dikişînin ser girîngiya xwarinê. Lê belê xwarina li girtîgehan welê ye ku mirovên sax jî dikare nexweş bixîne.

Hin girtiyên bi nexweşiyên giran li hucreyên yek kesî di tecrîdê de tên hiştin. Ev helwesteke li dijî mirovahiyê ye, divê tavilê bê terikandin. Pirsgirêkên li girtîgehan guhertina qanûnên ceza û TMK dikarin bên çareserkirin.

BANGA LI RAYA GIŞTÎ

Em bang li gelê xwe, her beşên civakê yên hestiyar û siyaseta demokratîk dikin ku ji bo guhertina van qanûnan bi hişyarî û berpirsyarî tevibgerin. Têkoşîna me ya hiqûqî beşek ji têkoşîna me ya demokratîk e. Em dixwazin bi taybetî vê yekê ji raya giştî re bêjin: Îro rîskek mezin li ser jiyana bi hezaran girtî heye û ji ber vê yekê jî di rewşeke mezin a metirsîdar de ne. Em bang li raya giştî ya Tirkiyeyê, rêxistinên girseyî yên demokratîk, rêxistinên mafên mirovan, partiyên siyasî û gelê xwe dikin ku berpirsyar bin, piştgiriyê bidin malbatên girtiyan û ji bo bidawîkirina bêedaletiya qanûna înfazê û qanûna têkoşîna li dijî terorê bikevin nava hewldanan."