Rêxistinên rojnamegeriyê girtin şermezar kirin

Rêxistinên rojnamegeriyê yên li Amedê girtina rojnamegeran şermezar kirin, bal kişandin ser ku zêdetirî 100 rojnameger halê hazir girtî ne.

 Rêxistinên rojnamegeran li Amedê daxuyanî dan û xwestin ku rojnamegerên ji ber nûçeya derbarê mirina endamê MÎT'ê de hatibûn girtin, bên berdan. 
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Nûnertiya Sendikayên Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) ya Amedê, li Nûnertiya TGS’ê ya Amedê, têkildarî rojnamegerên ku ji ber nûçeya derbarê mirina endamê MÎT'ê de hatibûn girtin daxuyaniyeke hevpar dan. Nûnerên her sê rêxistinan û gelek rojnameger tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de destpêkê Hevserokê DFG'ê Serdar Altan axivî û bi bîr xist ku di nav mehekê de 8 rojnameger hatine girtin û wiha got: "Çewisandin û pêkutî li ser rojnamegeran heye. Em rojnamegerên li pey heqîqetê ne. Ji ber vê jî hewce ye ku rojnameger tev werin cem hev û li dijî van pêkûtî, çewisandinan bisekinin."
 
‘MEHA ADARÊ DE 8 ROJNAMEGER HATIN GIRTIN’
 
Piştî Altan Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu, daxuyaniya hevpar a her sê rêxistinan xwend. Muftuoglû, diyar kir ku her roj rojnameger tên girtin û wiha got: "3 rojnamegerên din jî, ji ber ku nûçe çêkiribûn hatin girtin û tev li rojnamegerên girtî bûn. Ji serê meha adarê heta niha 8 rojnameger hatin girtin. Di roja ewil a adarê de Rojnameger Alptekin Dursunoglu hate girtin. Disa Nûçegîhanê Rûdaw TV Rawîn Strêk ku li ser sînorê Edîrne û Yûnanîstanê di 29'ê Sibatê de nûçeyên penaberan dişopand hate destgîrkirin. Di heman rojê de Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Îdris Sayilgan hate destgîrkirin û di 2'ê adarê de hat girtin. Di 05'ê adarê de Midurê Nûçeyan ê Odatv Bariş Terkoglu û nûçegîhan Hulya Kilinç ên 4'ê adarê hatin destgîrkirin  û piştre hatin girtin. Di 7'ê adarê de dozger bang li Rojnamegerên û Gerînendeyê Gişti yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelik û Midûrê Karên Nivîsan Aydin Keser û Edîtora Rojnameyê Semiha Alankuş û Nivîskarê Rojnameya Yenîçagê Murat Agirel kir û li dozgeriyê îfadeya wan girt. Rojnameger Aydin Keser, Ferhat Çelîk û Murat Agirel li dadgehê hatin girtin.”
 
‘ROJNAMEGER EDALETÊ DIXWAZIN’
 
Piştî Mufutoglû, Nûnerê TGS'ê yê Amedê Mahmut Oral jî axivî û diyar kir ku ew rojnameger edaletê dixwazin û wiha got: “ Gelo daraz êdî bi biryarên jiberkirî  encamê dide? Em rojnameger, di van rojan de ku daraz hatiye binpêkirin em rojnameger edaletê dixwazin.” Piştî axaftina Oral li ser navê MKGP’ê Ayşe Gunay jî têkildarî çewisandina rojnamegeran axivî û ev tişt got: “Ewlehiya tu kesî li vî welatî tune ye. Dibe ku em di van kêliyan de jî werin girtin. Mafên her kesekî û mafê rojnamegeran jî îro di bin peyan de ne. Ji ber van sedeman jî bila her kes dengê xwe bilind bike û li dijî van neheqiyan bisekinin.”