Rêveberiya Xweser a Şengalê: Hêzên Iraqê li Şengalê li pey provokasyonan e

Rêveberiya Xweser a Şengalê da zanîn ku hêzeke mezin ya Artêşa Iraqê li Şengalê tê bicihkirin û got, "Ev hewldan ne di berjewendiya dewleta Iraqê de ye, tenê di berjewendiya hikumeta Kazimî û PDK’ê de ye."

Li Şengalê di vê hefteya dawî de hewldan û tevgereke berfireh a artêşa Iraqê heye. Herî dawî jî duh danê êvarê ji ber wesayîteke leşkerî ya artêşa Iraqê qezayek rûd a û di encamê de 2 xwendekarên Êzidî canê xwe ji dest dan, 27 kes jî birîndar bûn. Derbarê geşedanên dawî yên li Şengalê û bûyera qezayê de, Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Rêveberiya Xweser a Şengalê da zanîn ku ev liv û tevgera leşkerî bi hinceta ewlehî û aramiya Şengalê tê kirin, lê di encam de zirarê dide ewlehiya Şengalê û van hewldanan wekî berdewama plana 9’ê Cotmehê ya di navbera PDK’ê û hikumeta Kazimî de bi nav kir. Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li hemû hêzên siyasî û hêzên navdewletî jî kir da ku li hemberî planên şer rawestin û li ser esasê xweseriya Şengalê rê li ber çareseriyê vekin.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê wisa ye

“Wekî tê zanîn duh (16.01.2022) danê êvarê li Şengalê qezayeke mezin rû da û di encama vê qezayê de 2 xwendekarên me yên bi navê Leyt Dexîl û Sebri Kiçan ên ji Xanesorê canê xwe ji dest dan, hin ji wan giran 27 xwendekar jî birîndar bûn. Em di serî de ji malbatan re ku zarokên wan canê xwe ji dest dane, ji eşîra Heliqî û Bazoyîyan re û hemû civaka Êzidî re sersaxiyê dixwazin û ji bo birîndaran şîfayê dixwazin.

Em di serî de dixwazin bêjin ku her çiqas ev bûyer wekî qezayê xuya bike jî, di rastiya xwe de ne qezayek ji rêzê ye. Ji ber ku ya bûye sebep ev qeza rû bide, wesayîteke leşkerî ya artêşa Iraqê ye. Em dixwazin raya giştî agahdar bikin ku di nav çend rojên dawî de bi sedan wesayîtên zirxî yên artêşa Iraqê li navenda Şengalê û hemû komelgehan hatine bicihkirin, liv û tevgereke mezin a artêşê li Şengalê heye. Ev qeza ji ber vê liv û tevgera zêde ya wesayîtên leşkerî rû daye.

LEŞKERÊN ARTÊŞA IRAQÊ BI MIRINA CIWANÊN ÊZIDÎ KÊFXWEŞ DIBIN

Her wiha em dixwazin bala raya giştî bikşînin çend dîmenên di dema qezayê de ye. Wekî li çapemenî û hesabên medyaya mecazî jî belav bûne, piştî qezayê leşkerên artêşa Iraqê wekî ku serkeftineke pîroz dikin an jî ji şahiyekî vedigerin kêfxweşiya xwe nîşan didin. Ev dîmen bi xwe bes e ku em fam bikin ka li hemberî civaka Êzidî dijminahiyek çawa heye. Em baş dizanin, yên di fermanê de li ser şehîdên civaka Êzidî kêf û şahiyan digerandin çeteyên DAIŞ’ê bûn. Û em ji hikumeta Kazimî pirs dikin, çima leşkerên artêşa Iraqê yên bi fermana we tevdigerin bi mirina Êzidiyan ev çend kêfxweş dibin?

Em dixwazin raya giştî agahdar bikin ku di van çend rojên dawî de hêzeke mezin a artêşa Iraqê li Şengalê tê bicihkirin. Raya giştî meraq dike ku ka li Şengalê çi diqewime. Artêşa Iraqê, bi fermana hikumeta Kazimî bi hincetên cûda û bêbingeh, bi navê ewlehiyê de gelek hêz şandine Şengalê. Niha li navenda Şengalê û li komelgehan bi sedan wesayîtên leşkerî di nav liv û tevgerekî berfireh de ne.

EV HEWLDAN PARÇEYEK PLANA 9’Ê COTMEHÊ YE

Em dixwazin bibêjin ku, her çiqas bi hinceta ku Şengal ne aram e û ewle ye ev hêz tê zêdekirin jî di rastiyê de ev jî parçeyek plana 9’ê Cotmehê ya li dijî Şengalê ye. Hewldanên cidî yên provokasyonê li Şengalê têne pêşxistin. Bi hincetên cûda dixwazin hêzên xwe derbasî nav Şengalê bikin û bi cih bikin. Em dixwazin bi bîr bixin, niha li Iraqê hilbijartinek çêbûye û hikumeta nû jî ava nebûye. Hikumeta Kazimî jî di rastiyê de hilweşiyaye. Di demeke wisa de ku li Iraqê nezelaliyeke siyasî heye û her roj li cihekê êrîş çêdibin, hikumeta Kazimî û PDK dixwazin ji vê krîza siyasî û nezelaliyê sûd werbigirin û berê xwe car din dane Şengalê.

Gelo ev hewldan û tevgera leşkerî li ser navê kê tê kirin? Em di wê baweriyê de ne ku ev ne di berjewendiya dewleta Iraqê ne jî di berjewendiya Şengalê de ye. Ev di berjewendiya hikumeta Kazimî û PDK’ê de ye. Ji ber ku plana 9’ê Cotmehê di navbera van hêzan û dewleta Tirk de hatibû amadekirin û niha dixwazin di nav aloziya siyasî ya Iraqê de car din vê planê bikin meriyetê. Ev hewldanên cidî yên provokasyonê ne û em di ferqa van planan de ne. Em ê wekî her dem li hemberî van planan bin lê em ê rê li ber provokasyonan jî venekin.

Yek ji van hewldanên provokasyonê yên PDK’ê jî daxuyaniya parlamenê PDK’ê Majîd Şengalî ye. Em dizanin ku axaftina wî ne şexsî ye û li ser navê siyaseta PDK’ê diaxive. Wî ji bo peykerê fermandarê mezin şehîd Zerdeşt gotiye “Em qebûl nakin peykerekî yekî li Şengalê were danîn ku ew kes temsîla Şengalê nake.” Her wiha hin daxuyaniyên wî hene ku dixwaze di navbera ol û baweriyan de jî nakokî û aloziyan derbixe. Em ji bo PDK’ê û kesên wekî Majîd Şengalî dibêjin; Fermandar şehîd Zerdeşt di oxira Şengalê de bi dil û can şehîd bû. Wî li hemberî çeteyên hov ên DAIŞ’ê li ber xwe da. Lê kesên wek Majîd Şengalî di rojên fermanê de ne li Şengalê bûn jî. Li Hewlêrê an jî bajarên cûda di nav kêf û xweşiyê de bûn. Niha em dibêjin. Kî temsîla Şengalê dike? Kesên ku ji bo can û malê xwe ji Şengalê reviyan, an jî kesên di oxira Şengalê de canê xwe dan? Ji ber vê rastiyê, kesên wekî Majîd Şengalî ne nûnerê Şengalê ne ne jî dikarin li ser navê Şengalê gotinek bikin!

Em li vir bang li civaka xwe ya Êzidî, bang li hemû gelê Şengalê dikin. Li ser Şengalê dek û dolabên nû tên gerandin. Lazim e em li hemberî van plan û provokasyonan gelê me hişyar be. Birêxistinî û bi tifaq tevgere. Em ji her demê zêdetir tifaqa xwe xurt bikin û xwedî li Şengala xweser û azad derkevin.

RÊVEBERIYA XWESER A ŞENGALÊ XWEDÎ PROJEYÊN ÇARESERIYÊ YE

Em bang li hemû hêzên siyasî yên Iraqî jî dikin. Niha amadekarî hene ku hikumeteke nû were danîn. Wê encam çi be em nizanin lê em ji hemû hêz û aliyan re dibêjin, em Rêveberiya Xweser a Şengalê xwedî projeyeke çareseriyê ne. Em amade ne li ser esasê naskirina îradeya gelê Şengalê pirsgirêkên heyî çareser bikin. Lê em dibêjin, plana 9’ê Cotmehê ne projeya çareseriyê ye, plan û siyaseta şer e. Lazim e hemû aliyên siyasî yên Iraqî vê rastiyê bibînin û li dijî van hewldanên li hemberî Şengalê derkevin. Şer û pevçûna bi Şengalê re Iraqê xurt nake, lê çareseriya li Şengalê wê hêzeke mezin bide yekbûn û serweriya Iraqê.

Li ser vê esasê em her wiha bang li hemû mirovahiyê, hêzên demokrat û azadîxwaz, hêzên navdewletî jî dikin. Lazim e herkes ji bo Şengalê bi wijdan tevgere. Em civakek ji fermanan derbas bûne. Em dixwazin bi projeya xwe ya xweseriyê li ser axa xwe ya qedîm û pîroz bijîn. Ev proje ji bo Şengalê jî, ji bo Iraqê jî projeya çareseriyê ye. Lazim e hêzên navdewletî hêz û piştgiriyê nedin planên şer, rê li ber projeyên çareseriyê vekin.

Em car din di şexsê fermandarê mezin şehîd Zerdeşt de soz didin hemû şehîdan û gelê xwe, em ê Şengala xweser û azad heya dawiyê biparêzin."