Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê PKK ji lîsteyê were derxistin

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyek ragihand ku ew piştgiriya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û daxwaz kir ku PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî were derxistin.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê civîna xwe ya asayî bi beşdariya hemû endamên meclîsê ku ji pêkhateyên Şengalê pêk tê, li Meclîsa Gel ya Digûrê li dar xist. Civîna meclîsê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Di civînê de bi giştî rewşa Şengalê û bi taybet jî hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê ya 18’ê Kanûnê hate destgirtin. Pêkhateya civînê ji hemû civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê xwest, di hilbijartinê de dengê xwe bidin namzetên Rêveberiya Xweser a Şengalê yên ser bi lîsteya ‘Yekîtiya Gelên Neynowayê’.

Rojeveke din ya girîng ya di civînê de hate destgirtin jî, pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Şengalê re Xweserî“ bû. Di civînê de biryardariya ji bo berfirehkirina kar û çalakiyên di çarçoveya pêngavê de derketin pêş.

Pêkhateya civînê gelek mijarên din yên girêdayî rojeva navxweyî ya Şengalê jî nirxandin û plansaziya ji bo kar û çalakiyên meclîsên gel hate derxistin.

Meclîsa Rêveberiya Xweser ya Şengalê piştî civînê têkildarî kampanyaya derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê de hate gotin, PKK ji hemû rêxistinan zêdetir parastina mafê mirovan dike û ev bangawazî hate kirin: “Pêwîste Rêber Apo ku di heman demê de Rêberê PKK’ê ye were azadkirin û qedexeya li ser PKK’ê were rakirin.”

‘PKK JI BO PARASTINA GEL DEST BI TÊKOŞÎNÊ KIR’’

Di dewamê de îşaret bi têkoşîna PKK’ê hate kirin û ev tişt hat gotin: “Dema ku PKK derket, ne tevgereke çekdarî bû û dixwest bi awayeke siyasî pirsgirêka Kurd çareser bike. Lê hovîtiya li zindanan PKK’ê neçar kir ku ji bo parastina gel dest bi têkoşîna çekdarî bike.”

‘PKK’Ê ME JI FERMANÊ RIZGAR KIR’

Rêveberiya Xweser a Şengalê di dewama daxuyaniyê de bal kişand ser neheqiya dewletên Ewropa ya li beramberî PKK’ê û wiha hate gotin: “Dewletên Ewropa kuştina Olof Palme avêtin ser PKK’ê, lê piştre derket ku peywendiya bûyerê bi PKK’ê re nîne. Diviya ev welatên Yekîtiya Ewropayê lêborîna xwe ji PKK’ê û gelê Kurd bixwesta û PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe derbixista. Ancax vê erka xwe bicîh ne anîn. Îro çalakiyên bi vê daxwazê careke din dest pê kirin. Em jî weke gele Şengalê piştgiriya vê pêngavê dikin, ji ber em bûne şahidê fedekariya PKK’ê ji bo gelê xwe. Dema Iraq û PDK pêşî li DAÎŞ’ê negirtin û berovajiyê wê rê li ber wan vekirin. PKK ji rêyeke dûr bi hawara civaka me ve hat û ew ji qirkirinê rizgar kir.”

‘DIVÊ PKK JI LÎSTEYÊ WERE DERXISTIN’

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “PKK’ê ji bo parastin û  azadiya gelê xwe hatiye avakirin. Em jî piştgiriyê didin vê pêngava hatiye destpêkirin. Her wiha piştgiriya azadiya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexe, dikin.“