Rêveberiya Xweser a Şengal daxwazên xwe pêşkêşî heyeta Bexda kirin

Civîna şandeya Bexda ya li gel Rêveberiya Xweser bi mebesta peymana Bexda-Hewlêr li Şengalê pêk hat bi dawî bû. Rêveberiya Xweser anî ziman ku wan daxwazên xwe pêşkêş kirine û dane nîşandan bê vîna şengal wê ti biryar neyê qebûl kirin.

Bi armanca nîqaşên li ser peymana Bexda-Hewlêr şandeyek ya Bexda îro bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re li gundê Tibirak a Sinûnê ya Şengalê civiyan. Di saetên êvarî de civîna di navbera her du şandeyan de qediya.

Di dema civînê de girseyek qelebalix a gel jî li ber derî kom bû û helwesta xwe nîşan da.

Piştre jî Hevserokê Meclîsa Gel a bajaroka Xanesorê Dexil Mirad daxuyaniyek da çapemeniyê diyar kir ku wan daxwazên xwe careke din bi eşkere anîne ziman û gotine ku ti peymanên bêyî vîna Şengalê qebûl nakin. Şandeya Iraqê jî diyar kir ku ew ê daxwazan binirxînin.

‘BÊ VÎNA ŞENGAL Û MALBATÊN ŞEHÎDAN TI PEYMAN NAYÊ ERÊKIRIN’

Mirad bal kişand ser naveroka civînê û ev got: “Me di civînê de li ser peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de hatibû îmzekirin gotûbêj kir. Me di hevdîtinê de nêrîna xwe eşkere anî ziman û got ku eger bêyî vîna gelê Şengalê û bêyî xwediyên van şehîdan tifaqek çêbibe, ew tişt li Şengalê nayê qebûlkirin.

‘TIFAQ DIVÊ LI GORÎ BERJEWENDIYÊN GEL BE’

Mirad bal kişand ser nêzîkatiyên nerewa dîtina saziyên Şengalê û ev nirxandin kir: “Me ji wan re got ku nêzîkahiyên dibêjin ‘bila Meclîsa Xweser a Şengalê, hêzên YBŞ’ê li vir neminin’ û keda bi sedan zarokên Şengalê ku di vê oxirê de şehîd bûne tine bê hesibandin, ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Eger serê me jî biçe, em ji mafê Êzidiyan gav bi şûnve navêin. Eger tifaqek çêbibe, bila li ser berjewendiyên vî gelî be, ne li gorî dewleta Tirk be.”

‘BILA HÊZÊN BIYANÎ DERKEVIN PIŞTRE QALA PKK’Ê BIKIN’

Mirad qala hêzên biyanî ya li herêmê kir û got: “Wek tê zanîn şevê din êrîş pêk anîn û zarokên me şehîd û birîndar kirine. Bila ev tifaq bê hilweşandin, bila hêzên Amerîka, Îran, Siûdî ji van xakan bên derxistin û pişte re behsa PKK bikin. Eger şexsek PKK jî li vir mabe, em ê bêjin fermo mala we ava.

‘EM LI SER BIRYARA XWE NE, TI TIFAQA BÊ ŞENGALÊ QEBÛL NAKIN’

Herî dawî Mirad wiha domand: “Me careke din ji wan re gotiye ku em tifaqên dijî gelê Şengalê qebûl nakin, em li ser biryara xwe ne, îla dê werin bi Meclîsa Şengalê, dayîkên Şengalê, malbatên şehîdan re rûnin. Wê demê em dikarin bersiv bidin. Eger li Şengalê qaymeqamek were diyarkirin û ne bi îradeya gelê Şengalê be, ew nayê qebûlkirin, kî diyar dike bila bike, lê bila zanibin ku bi wî rengî aramiya Şengalê çênabe. Îla dê gelê Şengalê, şehîdên Şengalê esas bên girtin, mafê wan bê dayîn. Wê demê em ê zanibin em kîne û dewlet kî ye. Hêza me gelê Êzidî ye, înşallah em ê bigihîjin encamekê.”

Dexîl Mirad diyar kir ku şandeya Iraqê jî aniye ziman ku ew ê daxwazên wan binirxînin. Mirad got ku ew jî bihêvîne.

Piştî axaftinê çalakiya gel bi dawî bû.