Rêveberiya Şengalê ji bo xweparastina ji vîrûsa koronayê bang kir

Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li gelê Şengalê kir ku ji bo pêşîgirtina li belavbûna vîrûsa koronayê, li gorî tevdîran tevbigerin û guh bidin bangên saziyên tenduristiyê.

Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser metirsiya vîrûsa koronayê û tevdîrên xweparastinê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de bandora şewba vîrûsa koronayê li cîhanê hate bibîrxistin û tevdîrên li Şengalê hatine girtin hatin bibîrxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em tu carî nikarin ewlekarî û tenduristiya xwe bispêrin hikumeta heyî. Lewma bi pêşengiya Rêveberiya Xweser Komîteya Rûbirûbûna Korona hate avakirin. Ji bo nexweşî negihêje herêmê vê komîteyê gelek biryarên girîng wergirt. Ew biryar maqûl in û pêşî li hatina vê nexweşiyê girt. Biryarên komîteyê ji bo me hemûyan derbadar e."

Desteya Rêveber bang li gelê Şengalê kir ku heta dawiyê xwe ji vîrûsê biparêze, li tenduristiya xwe xwedî derkeve û tenduristiya xwe bi hêviya kesî nehêle.

Di vê çarçoveyê de ji şêniyên Şengalê hate xwestin ku zêde ji bajarok û gundê xwe dernekevin, neçin deverên qelebalix, dikanan venekin û li pêşberî bangên saziyên tenduristiyê û Asayîşa Êzidxanê bi berpirsyarî tevbigerin."