Rêveberên PJAK û Komele li hev civiyan
Rêveberên PJAK û Komele, ji bo nirxandina rewşa dawî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li hev civiyan.
Rêveberên PJAK û Komele, ji bo nirxandina rewşa dawî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li hev civiyan.
Heyeta Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi serokatiya hevserok Zîlan Vejîn û Siyamend Mûwînî, di 20'ê Kanûnê de Partiya Kedkarên Şoreşger a Îranê (Komele) ziyaret kir. Heyeta PJAK'ê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Komele Ebdullah Mûhtedî ve hate pêşwazîkirin.
Hevdîtin di navbera rayedarên payebilind ên her du partiyan de hate kirin û rewşa siyasî ya li Kurdistanê û polîtîkayên dewletên dagirker ên li dijî destketiyên gelê Kurd hatin nirxandin. Hat destnîşankirin, ji bo pûçkirina siyaseta dagirkeran, pêwîstiya Kurdan bi helwesteke hevpar û yekîtiyê heye.
Her du alî bi taybetî li ser pêkhatina kongreya neteweyî rawestiyan û dan xuyakirin, ku ew ê têkiliya xwe ya dostane bidomînin.