Rejîmeke rêveberiyê: Qeyûm

Sîstema şerê taybet a li dijî Kurdan ku xwe dispêre Plana Şark Islahatê, çar salên dawî li qada xwecihî bi rêbaza rejîma qeyûm bi rê ve diçe. Qeyûmên ku piştî qirkirina siyasî û desteserkirinê tên tayînkirin, hêza herî êrişkar a qirkirina çandî ne.

Dewleta Tirk, tayînkirina qeyûman li şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji xwe re kiriye rejîmeke rêveberiyê. Qeyûmên ku beşeke mezin a 'Plana Têkbirinê' ya dewletê ye ku di sala 2016'an de li dijî Kurdan xist meriyetê, weke polîtîkaya dagirkirina rêveberiyên herêmî îro jî didome.

Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP)'ê di hilbijartinên xwecihî yên sala 1999'an de 37 şaredarî, partiya ji heman kevneşopiyê jî di hilbijartinên 2004'an de 56, di hilbijartinên 2009'an de jî 99 şaredarî qezenç kir. Di hilbijartinên xwecihî yên 30'ê Adara 2014'an de 102 şaredarî, herî dawî di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an de jî 65 şaredarî qezenç kir. Di hilbijartinên xwecihî yên sala 2004'an de 762, sala 2009'an hezar û 808, sala 2014'an hezar û 300, sal 2019'an jî hezar û 230 endamên encûmenê bi dest xist.

Bi berxwedana xwerêveberiyê re sala 2016'an kete nava pêvajoyeke nû. Wê demê ji bo êrişê bibin ser şaredariyên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) destpêkê partî krîmînalîze kirin. Bi nûçeyên antî propagandayê, hikumeta AKP'ê şaredariyên DBP'î weke plansazê berxwedana xwerêveberiyê nîşan da û yek bi yek qeyûm tayînî wan şaredariyan kir.

MUFETÎŞAN TIŞTEK NEDÎTIN

AKP'ê beriya ku qeyûm tayînî şaredariyan bike, beriya her tiştî heyetên ji 10-15 mufetîşan ku ji walîtî û qeymeqamtiyê pêk dihatin, şandin şaredariyan hemûyan. Van heyetên ku ji bo tayînkirina qeyûman li kêmasiyekê digeriyan, tiştek bi dest nexistin. Li ser vê yekê ev heyet careke din şandin şaredariyan û ji bo hîn bi berfirehî lêkolînê bikin li aliyên şaredariyan bi cih bûn, lê dîsa kêmasiyek şaredariyan nedîtin.

'ELEQEYA' TAYBET A LI QADÊN XWERÊVEBERIYÊ

Di ragihandina xwerêveberiyê de li gel gelê Kurd her wiha rayedarên şaredariyê jî ji bo piştevaniyê sekna xe nîşan dan. Şaredariyên navçeyên Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Farqînê dema ku daxuyaniyên xwerêveberiyê hatin dayin li gel gel rawestiyan, piştgiriya wan kirin. Piştre jî hevşaredarên wan şaredariyan hemû ji wezîfeyê hatin dûrxistin û hatin girtin. Hinek ji wan piştî demekê hatin berdan, hinek jî girtî man. Serokkomar Erdogan timî digot, 'Ez Amedê, Wanê, Mêrdînê dixwazim' û ev daxwaza xwe bi zext û zordariyê xiste meriyetê.

94 ŞAREDARÎ HATIN DESTESERKIRIN

Zextên AKP'ê yên il dijî gelê Kurd li qada rêveberiyên xwecihî dewam kir. Bi taybetî polîtîkaya dargirkirina şaredariyên DBP'î bi hincetên cûrbecûr her orj berfireh bû. AKP'ê li şaredariyên ku bi hilbijartinê nekarî bi dest bixe qeyûm bi cih kir. Di serî de şaredariyên navçeyên Sûr û Farqînê yên Amedê, Kop a Mûşê û Êlihê li 24 şaredariyan di 11'ê Îlona 2016'an de bi hevdemî qeyûm hatin tayînkirin. Navçeyên Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Farqîn, Dihê, Silopiya, Pirsûs û Dêrikê ew navçe bûn ku DBP'ê di asta herî bilind de deng jê wergirt. Bi vî rengî li 94 ji 106 şaredariyên DBP'î di sala 2016'an de qeyûm hate bicihkirin. Yên mayî jî bêwezîfe hişt, erka wan radestî amîrtiyên mulkî yên xwecihî kir.

DIJMINATIYA LI ZIMANÊ KURD

Bi tayînkirina qeyûman re polîtîkaya înkar û asîmîlasyonê ya dewleta Tirk ku bi sedan sal in didomîne gihîşt asteke bilind. Karê destpêkê yê qeyûman jî daxistina tabelayên Kurdî yên li ser şaredariyan bû. Piştre navên Kurdî ji park, kolan û bûlwaran bir; mîna navê Peykerê Roboskî, Parka Tahîr Elçî, navên Ehmedê Xanî û Ûgûr Kaymaz. Piştre jî navendên çandê û jinan girtin. 3 hezar xebatkarên şaredariyê ji kar derxfistin. Li şûna wan jî kadroyên AKP'ê bi cih kirin. Herî dawî 722 karkerên taşeron bi rêya biryarnameyan ji kar derxistin.

GELÊ KURD CAREKE DIN HDP HILBIJART

Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi navê HDP'ê tevlî hilbijartinên dawî yên xwecihî (31'ê Adara 2019'an) bûn. Êvara 31'ê Adarê dema ku encamên hilbijartinê hate eşkerekirin, HDP'ê 65 şaredarî qezenç kir.

Piştî hilbijartinê bi 10 rojan li ser serlêdana namzetên AKP'yî, bi hinceta ku bi biryarnameyê ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin, Desteya Hilbijartinê ya Bilind mazbataya 6 hevşaredarên HDP'ê neda wan. Li şûna wan mazbata da namzetên AKP'ê ku bi ser neketibûn. Bi vî rengî hejmara şaredariyên HDP'î ji 65'an daket 59'an.

SERDEMA DUYEMÎN A QEYÛM Û DESTESERKIRIN

Desthilatdariya AKP-MHP'ê 19'ê Tebaxa 2019'an waliyên bajarên Amed, Wan û Mêrdînê bi biryara Wezareta Karên Hundir li şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê bi cih kir. Bi vî rengî sedema duyemîn a qeyûm dest pê kir. Çend roj piştî tayînkirina qeyûman, parêzerên HDP'ê eşkere kirin ku Waliyê Amedê (qeyûm) Hasan Basrî Guzeloglû rojek piştî hilbijartinên xwecihî (1'ê Nîsanê) daxwaznameyek ji Wezareta Karên Hundir re şandiye. Di belgeyê de xuya dikir ku walî xwestiye li şûna Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ew weke qeyûm bê tayînkirin.

BERXWEDANA LI DIJÎ QEYÛMAN

Şaredariyên di destê HDP'ê de daket 56'an. Piştî ku şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê bi rêya tayînkirina qeyûman hatin desteserkirin, gelê Kurd dakete kolanan. Polîsên Tirk mîna her carê bi êşkence û destgîrkirinê bersiv dan çalakiyan. Li her sê bajarên mezin du mehan her roj çalakiyên rûniştinê hatin lidarxistin. Ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê serdanên ji bo van çalakiyan çêbûn. Li kursiyên azad beşdaran nêrînên xwe anîn ziman. Di 9'ê Cotmehê de ku êrişa dagirkeriyê ya li ser Rojava dest pê kir, bi biryara Walîtiyê çalakiyên protestoyî hatin qedexekirin.

PÊLA DUYEMÎN KU HEJMARA ŞAREDARIYAN DAXIST 29 ŞAREDARIYAN

Pêla duyemîn a ji bo desteserkirina şaredariyên HDP'î di mehên Cotmeh, Mijar û Kanûnê yên sala 2019'an pêk hat. Şaredariyên Awîskê ya Êlihê, Akpazar a Dersimê, Hezro, Peyas, Bismil, Karaz, Pasûr, Sûr, Yenîşehîr ên Amedê, Qereyazî ya Erzîromê, Gever a Colemêrgê, Qoser, Şemrex, Nisêbîn, Stewr ên Mêrdînê, Kop, Erentepe, Gimgim ên Mûşê, Hezex a Şirnexê, Pirsûs a Rihayê, Elbak, Erdîş, Rêya Armûşê, Mûradiye, Qelqelî û Saray ên Wanê hatin desteserkirin. Hejmara şaredariyên HDP'ê bi vî rengî daxistin 29 şaredariyan. Şaredarê bajarokê Bekirhan ê navçeya Hezo ya Êlihê Firat Karabûlût bi fikara ku wê ji wezîfeyê bê dûrxistin di 10'ê Kanûna 2019'an de ji HDP'ê îstifa kir.

CEJN BI QEYÛMAN HERIMANDIN

Tayînkirina qeyûman 23'ê Adarê li Êlih, navçeya Norşîn a Bedlîsê, Egîr, Erxenî, Farqîn, Lice yên Amedê, Halfelî ya Îdirê û Gokçebag a Sêrtê dewam kir. Bi vî rengî hejmara şaredariyên HDP'ê daket 18 şaredariyan. Şaredarê navçeya Hezo ya Êlihê Ayhan Eren 21'ê Nîsanê ji partiyê hate avêtin.

Herî dawî 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurd şaredariyên Îdir, Sêrt, Hawêl, Misirc û Altinova ya navçeya Tîl a Mûşê hatin desteserkirin û hevşaredar hatin destgîrkirin. Bi vî rengî hejmara şaredariyên HDP'ê yên hatin desteserkirin bû 45 şaredarî.

12 ŞAREDARÎ MAN

Di destê HDP'ê de niha tenê 12 şaredarî ma; navçeya Komir a Semsûrê, Bazîd, Giyadîd û Patnos ên Agiriyê, Çinar û Pîran ên Amedê, Sarica ya Xarpêrtê, Qereçoban a Erzîromê, Xoşxebet a Îdirê, Silopiya û Balveger ên Şirnexê û bajarê Qersê.

Sibe: Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsyar Salîm Kaplan dinirxîne...