Rejîma Îranê cezayê îdamê da du girtiyên Kurd

Rejîma Îranê cezayê îdamê da girtiyên siyasî yên Kurd ên bi navê Diyako Resûlzade û Sabîr Şêx Ebdullah.

Rejîma Îranê cezayê îdamê da girtiyên Kurd ên bi navê Diyako Resûlzade û Sabîr Şêx Ebdullah. Şaxê Ûrmiyê yê Dadgeha Şoreşê ya Îranê bi îdîaya "Dijminatiya li Xwedê" û "Endametiya partiyên Kurd" cezayê îdamê da girtiyên siyasî yên Kurd Resûlzade û Ebdullah.

Resûlzade û Ebdullah sala 2015'an li bajarê Mahabadê yê wîlayeta Ûrmiyê tevî kesê bi navê Hesen Osmanî hatibûn binçavkirin û piştî 2 rojên binçavkirinê cezayê îdamê li wan hatibû birîn. Lê belê piştî demekê cezayê li Hesen Osmanî hate birîn, hate betalkirin. Dosyaya Diyako Resûlzade û Sabîr Şêx Ebdullah jî şandin Şaxê Ûrmiyê yê Dadgeha Şoreşê ya Îranê.

Di rûniştina duh de Dadgeha Şoreşê ya Îranê cezayê îdamê yê li Diyako Resûlzade û Sabîr Şêx Ebdullah hatibû birîn erê kir.