Rêhevalên wî qala Ronî Mûnzûr kirin

Rêhevalên wî qala Ronî Mûnzûr kirin ê ku fermandarekî HPG’ê bû. Rêhevalên wî gotin “Wê berpirsyarî dida fêmkirin û sosyalîzm bi jiyana xwe kiribû yek.”

Ronî Mûnzûr (Mahmût Laçîn) ê ku di temenekî ciwan de tevlî nav tevgera azadiyê ya Kurdistanê bû, rêhevalên wî qala wî kirin

Ronî Mûnzûr di sala 1981’ê de li Patnosa Agiriyê ji dayik bûye. Mûnzûr perwerdehiya xwe ya zanîngehê di nivî de hiştiye û piştî komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2000’an de berê xwe daye çiyayên Kurdistanê.

Ronî Mûnzûr di 11’ê Tebaxa 2018’an  de li bejahiya Pilumurê ya Dêrsimê di operasyona dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Rêhevalên wî qala wî kirin.

‘JI DÊVILA FERMAN Û TALÎMATÊ HEWL DIDA BIDE FÊMKIRIN’

Gerîlayê HPG’ê Brûsk Sozdar diyar kir ku ew li Zapê bi Ronî Mûnzûr re maye û got ku “Heval Ronî li qada ku operasyon li ser me hebû, bi fermandariya eniyê hatibû peywirdarkirin. Piştî ku hate Zapê rola xwe ya pêşengiyê pêk anî. Wî tecrubeyên xwe radigihand û hêza xwe dida hevalan. Heval Ronî piştî ku hate qadê bi hemû hevalan re eleqedar bû, ked û moraleke mezin da wan. Hemû hevalan guh didan gotinên heval Ronî û peywira xwe bi kêfxweşî pêk dianîn. Ew tu carî li cihê xwe sabît nedima, diçû serdana hemû hevalan. Bi têkiliyên xwe yên rêhevaltî û fedakariyê fermandarekî cihê bû. Bi helwest û sohbeta xwe berê mirovan dida ser xeta milîtaniyê.”

‘FERMANDARÊ PÊŞÎN Ê KU MIN DÎT, RONÎ MÛNZÛR BÛ’

Gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan jî diyar kir ku fermandarê pêşîn ê ku wê dîtiye, Ronî Mûnzûr e û got ku “Roja ku min nû gerîla nas kir û ez bûm PKK’yî, roja min a herî bi şans bû. Yekemîn fermandarê ku min dît, Ronî Mûnzûr bû. Dema ku mirov nû gerîlayan dibîne hemû meraqên derbarê gerîlatiyê dide hevalên pêşîn ên ku mirov wan dibîne. Fikrên min ên derbarê fermandariya di nav PKK’ê de, bi sekn û helwesta heval Ronî pêk hat. Çavdêriyên min ên pêşîn ev bû ku wî sosyalîzm bi jiyana xwer re kiribû yek. Min pirtûka Rêbertî ya bi navê ‘İsrara di sosyalîzmê de, israra ji bo mirovbûnê ye’ cara pêşîn ji heval Ronî bihîst. Ev pirtûk ji bo naskirina Rêbertî û partiyê bûbû destpêkeke girîng.”

Gerîlaya bi navê Ekîn Wan got ku “Bi wesîleya salvegera şehadeta wan ez fermandarên me yên hêja Atakan Mahîr, Ronî Mûnzûr û di şexsê hevalên Şoreş, Alî, Zinar û Rabûn de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim û ez soza xwe ya stendina tola wan dubare dikim.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê û endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Atakan Mahîr, Endamê Rêveberiya Eyaleta Erziromê Ronî Mûnzûr û gerîlayên HPG û HBDH’ê Şoreş, Alî, Zinar û Rabûn di 11’ê Tebaxa 2018’an de li navçeya Pilumurê ya Dêrsimê di operasyona dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn.