‘Rêberê Gelê Kurd di roja îro de li dijî Nemrûdan li ber xwe dide’

Meşvanên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Amedê ketin rê, piştî Sêwregê û Curnê Reş, derbasî Rihayê bûn. Bi sedan kesî bertek nîşanê tecrîd û komployê dan.

Siyasetmedar û rêxistinên saziyên sivîl yên demokratîk ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji Qers û Wanê bi rê ketin, piştî navçeya Sêwereg û Curnê Reş, derbasî Rihayê bûn. Di têketina Rihayê de meşvan ji aliyê gelek kesî ve hatin pêşwazîkirin û li navçeya Halîliye bi gel re hatin gel hev.

‘EM Ê BISERBIKEVIN’

Li ser navê meşvanan Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. Bayindir der barê meşê de agahî da û da zanîn ku ji du baskî dest bi meşê kirine û piştî 14 rojan şûnde gihiştine Rihayê û got: “Riha bajarekî pîroze. Îbrahîmî bi salane li Kurdistanê li dijî fîravunan têdikoşin. Îro Birêz Abdullah Ocalan Îbrahimiyan diparêze. Me ev meş ji bo wî da destpêkirin. Gel çawa li dijî Fîravun û Nemrûd serî netewand wê îro jî netewîne. Wê meşa me bigihêje armanca xwe. Tecrîdek giran li ser Birêz Abdullah Ocalan heye. Hêviya me heye. Em ê li Amarayê bin û vê berxwedanê mezin bikin. Em ê biserkevin.”

Piştî daxuyaniyê girse berbi vahiya DEM Partiyê derbasî meşê bûn.

‘MEŞA AZADIYÊ WÊ BIDOME’

Li ber avahiya DEM Partî ya Rihayê jî daxuyanî hat dayîn. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek li wir axivî û da zanîn ku ev 14 rojin dimeşin û tevî her cureyê dagikirin û zextan ji azadiya xwe tawîz nedane û meşiyane. Çîçek her wiha bi lêv kir ku wê meşa xwe bidomînin.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Meşvanên Azadiyê Sibê wê ber bi Amarayê ve bimeşin.