Rastiya li Adilbeg û Xeregolê

Li Adilbeg û Xeregolê welê li artêşa Tirk hatiye ku nema dikare li pêşberî gerîlayên Kurdistanê şer bike.

Artêşa Tirk, bi daxuyaniyên xwe yên li ser operasyona li herêmên Adilbeg û Xeregolê re derewan li raya giştî dike. Li holê serketineke artêşa TC nîne. Berevajî, bi xwarina derbên giran û dayina gelek kuştiyan welê li leşkerên Tirk hatiye ku nikarin li dijî gerîlayên Kurdistanê şer bikin.

Herêma Adilbegê li nava navçeya Şemzînan a Colemêrgê ye û li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê ye. Beşek emezin a vê herêmê dikeve nava mintiqeya Barzanê. Ev der weke baregehên gerîla nayê bikaranîn. Weke herêmeke navberê dikare bê binavkirin. Operasyona li vê herêmê, bi giranî ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Rewşeke tesadûfî nîne ku operasyona li vê herêmê di heman roja ku hikumeta Iraqê berê xwe da Kerkûk û gelek herêmên Başûrê Kurdistanê dest pê kir. Operasyona ku 27'ê Îlonê dest pê kir hê dewam dike û artêşa Tirk dike nake nikare encama dixwaze bi dest bixe.

PSÎKOLOJIYA LEŞKERAN XERA BÛYE

Ji destpêkirina operasyonê ve di şer û çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de herî kêm 38 leşkerên Tirk hatin kuştin. Artêşa Tirk a ku bi xwarina derbên giran gelek kuştî daye, ji neçarî hêza xwe ya li herêmê timî diguherîne. Ji ber ku di nava artêşa Tirk de dema yekîneyeke leşkerî derbê dixwe, psîkolojiya leşkerên din xera dibe û nikarin şer bikin. Artêşa Tirk ku ji bejahî ve nikare leşkerên xwe bide şerkirin, hewl dide bi balafirên şer encmaê bigire. Ji bo vê jî 24 saetan bombeyan li herêmên gerîla dibarîne. Her wiha bi helîkopterên bi tîpa Kobra, bi obus û hawanan jî timî bombeyan li çiyayên Kurdistanê dibarîne. Bi vî rengî hewl dide cesaretê bide leşkerên ku psîkolojiya wan xera bûye.

TÊKÇÛNA ARTÊŞA TIRK A LI XEREGOLÊ

Herêmeke din ku şer lê giran e, herêma Xeregolê ye. Xeregol li navçeya Çelê ya Colemêrgê, li herêma Zapê ye. Li ser sînor e. Timî dibe hedefa artêşa Tirk. Çapemeniya şerê taybet a Tirk propagadayê dike û îdîa dike ku artêşa Tirk li herêma Xeregolê serketin bi dest xistiye. Di dewam îdîayên xwe de dibêje ku cih li gerîlayên HPG'ê teng bûye, ya jî Zap hatiye kontrolkirin. Ti ji van nûçeyan rast nîne.

Operasyona Xerebolê 16'ê Cotmehê nîvê şevê saet di 00:10 de bi êrîşa hewayî ya dijwar dest pê kir. Êrîşên hewayî heta danê sibehê saet 06:30 bi awayekî bê navber dewam kir. Ji serê sibehê heta danê nîvro jî bi tank û obusan herêm hate bombekirin. Piştî vê bomberdûmanê tevî helîkopterên bi tîpa Kobra helîkopterên bi tîpa ATAK cara yekemîn hatin bikaranîn. Li dû bomberdûmana giran, leşkerên Tirk xwestin danê êvarê ji bejahî ve bi pêş ve diçin. Gerîla bi dewlemendiya taktîkên xwe yên leşkerî dor li leşkerên Tirk girtin û lê dan. Di encamê de gelek leşker hatin kuştin. Gelek ji cenazeyên çeteyan li herêma di kontrola gerîla de man. Artêşa Tirk a ku nekarî cenazeyên xwe rake, bi rêbazeke li derveyî mirovahiyê, bi balafirên F-16 bombe li herêmên gerîla barand, ku cenazeyên leşkeran lê bûn. Ji ber vê bomberdûmanê cenazeyên leşkeran parçe parçe bûn. Armanc ji vê bomberdûmanê ew bû ku cenaze di kontrola gerîla de nemînin. Di roja destpêkê de artêşa Tirk derba giran xwar û neçar ma xwe vekişîne.

Leşkerên Tirk ku piştî gava destpêkê xwe vekişand, çar rojan bi desteka SÎHA'yan bombe li herêma Xeregolê barand. Li herêmê cihekî ku nehatibe bombekirin nema. Piştî vê bomberdûmanê leşkerên Tirk xwestin careke din bikevin Xeregolê. Li gorî wan, kes nikare li ber vê bomberdûmanê îdare bike. Artêşa Tirk a ji bejahî ve dixwest bi pêş ve biçe, li pêşberî çalakiyên gerîla matmayî ma. Leşkerên ku nezanîn wê çi bikin, gelek kuştî dan. Rayedarên dewleta Tirk ji bo hejmara kuştiyên xwe yên li Xeregolê veşêrin, daxuyanî li ser hev dan û qala windahiyên gerîla kirin. Lê rastî beravajî van daxuyaniyan e. Di şer de 91 leşker hatin kuştin, 9 leşker jî birîndar bûn. Derb li helîkoptereke bi tîpa Skrosky hate xistin.

Operasyon dewam dike. Ev operasyon jî nîşan dide bê artêşa Tirk li pêşberî gerîla çiqasî bê çare ye.